Koçberên Til Temirê: Rêxistinên mirovî tenê parastina me bi pankartan dikin

Şêniyên ku koçberî Til Temirê bûne got, rêxistinên mirovî tenê pankartên der barê xweparastina ji vîrusa Koronayê de dadiliqînin, lê belê ne dermanên paqijiyê ne jî dezenfekteyan pêşkêş dikin. Koçberan piştrast kir ku heke girîngî bidana jiyanê herî kêm dê pêdiviyên tenduristiyê pêşkêş bikirana.

Tevî ku Rêveberiya Xweser 3`ê Nîsanê biryara qedexeya derketina derve ragihand, lê hejmara pêketeyên vîrusa Koronayê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bû û  azara koçberên ku di dibistanan de dimînin dijwartir dibe.

Dibistana Miseb Bin Umeyir yek ji dibistanên ku li navçeya Til Temirê bûye cihê hewandina koçberên ku dawiya 2019`an ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên xwe derketin.

Koçberên li dibistanan zehmetiya paşguhkirinê dikişînin, ji ber ku pêwîstiyên wan ên rojane kêm in, nexasim di demekê de ku li herêmê vîrusa Koronayê bi xurtî belav bûye û pêwîstiyên tenduristiyê tune ne.

ꞌEM HATINE PAŞGUHKIRINꞌ

Li dibistana ku zêdetirî 40 malbatên koçber lê dimîne, koçbera bi navê Nûra Hezam ê ji gundê Arîşe ji ajansa me re axivî û got: "Rêxistinên mirovî, koçberên di dibistanan de paşguh kirine. Lê tenê girîngiyê kampan û tu alîkariyê ji me re pêşkêş nakin."

TENÊ DÎMENÊN XEBATÊN XWE DIKIŞÎNINꞌ

Nûra Hezam destnîşan kir ku rêxistinên mirovî yên serdana dibistanê kirine, behsa paqijkirin û awayê xweparastina ji vê nexweşiyê dikin û dîmenên xebatên xwe dikişînin. Lê di pratîkê de tu alîkariyan pêşkêş nakin û serdana ji dibistanan re ji bo berjewendiyên wan ên takakesî ne.

Nûra Hezam bal kişand ser xebata rêxistinan û ev  yek lê zêde kir: "Rêxistin mirovî pankartan li dîwaran dadilqînin û îşaretê bi parastina ji belavkirina vîrusa Koronayê û rêbazê xweparastinê dikin, lê heta dermanên paqijiyê û dezenfekteyan jî nadin. Dihêlin em li gorî berjewendiyên wan biaxivin û alîkariyekê jî pêşkêş nakin."

TENÊ PANKART HENE

Li aliyekî din jî Meryem Şêx Salih got bi belavbûna vîrusa Koronayê ya li herêmê re, ew wekî malbatên koçber ên li vê dibistanê ne, ne dermanên paqijiyê ne jî madeyên dezenfektekirinê li gel wan hene, da ku xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin.

Meryem Şêx Salih di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ne bijîşk, ne jî rêxistin guh nadin wan, lê tişta heye ew e ku li dibistanê pankartên "Jiyana we berpisyariya me ye"daliqandine, lê di rastiyê de gotinên vala ne û wiha gotina xwe bi dawî kir: " Ger jiyana me ji wan re girîng bûya, herî kêm dê pêwîstiyên tenduristiyê pêşkêş bikirana."

(eh)  

ANHA


Mijarên Din