"Koçertî"qurbaniyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne

Rêbaza jiyana koçeran bi guhertina demsalê re tê guhertin, çêre li ku derê be ew jî li wir in. Lê  êrişên dewleta Tirk bandoreke neyênî li ser rêbaza jiyana wan kir.

Çandin û xwedîkirina sewalan çavkaniyên sereke yên aboriya Sûriyê ne. Li Sûriyê gelek koçber hene der bi der digerin da ku çêreyê ji sewalên xwe re bibînin.

Koçer di mewsima çinînê de diçin herêma Cizîrê ji ber ku av û çêre lê peyda dibe. Ji ber wê xwarinê (êm) nakirin.

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ û komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê herêmên wan mîna gelek xelkên herêmên başûrê Hesekê, koçer jî neçar man ku warê xwe terik bikin û biçin herêmên ewle yên di bin parastina QSD‘ê de.

Ji ber kiryarên çeteyan, "Koçertî" heta radeyeke mezin paşket. Ji ber ku çeteyan baç li ser wan ferz dikir û berhemên wan di nav xwe de parve dikirin.

Koçerê ji bejahiya Reqayê Mûsa Mûsa diyar kir ku bi derketina aloziya Sûriyê û dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê bejahiya Reqa, ta Til Temir û çiyayê Kezwan re ji warê xwe derket da ku li devereke ewle ji bo xwe û sewalên xwe bimîne, ji lew re li herêmên bakurê Sûriyê bi cih dibe. Mûsa destnîşan kir ku di nava 10 salan de bi sewalên xwe di navbera Dêrik û Serêkaniyê yê niha dagirkirî ye de geriya.

Mûsa her wiha destnîşan kir ku bi destpêka êrişên Tirkiyê yên li ser gund û bajarên Bakurê Sûriyê re, ji tirsa ku rizqê wan ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve were talankirin careke din ber bi başûr ve derketin û çûn Şedadê.

Mûsa anî ziman ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên xeta sînor bandoreke neyênî li jiyana wan kir, ji ber ku ew der herêmên herî guncaw ên çêrê ne û got: "Êrişên li ser sînor barê me yê koçeriyê zêde kir, ji ber çêre û av nîn e, ji ber vê yekê neçar dimînin ku êm ji sûkên reş bikirin û sarîcên avê bi nirxê buha kirê bikin û bi xwe re bigerînin."

Fewza Seîd jî destnîşan kir ku ew debara xwe li ser şîr, rûnê erebî, penêr û nîvişk dikin.

Deham Sayir ê ji bejahiya Dêrazorê destnîşan kir ku cihekê wan ê sabit nîn e û got: "Çêre li ku derê hebe em diçin wir, ji ber ku xwedîkirina sewalan çavkaniya me ya takane ya derbara jiyanê ye."

Sayir anî ziman ku sewalên wan beşek ku berhemê sewaldariyê ye ku aboriya herêmê geş dike û bi awayekê mezin bandorê ji peydakirina rêbazên jiyanê li herêmê dike.

Sayir di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar kir ku êm bi bihayê kêmî yê sûka reş û mazot û avê ji wan re peyda bikin.

ANHA


Mijarên Din