NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Kogreya Star: Em dîlana xwe ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dor fikra azad a da rêber Apo digerînin

Kongreya Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê pîroz kir û îşaret pê kir ku divê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji her demê zêdetir bê parastin û di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em dîlana xwe ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê îro li dor felsefe û fikra azad a delal û xweşik a rêber Apo digerînin.”

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi minasebeta salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava daxuyaniyek da. Kongreya Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di serî de gelê Kurd, bi keda hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye û divê ji her demê bêtir bê parastin. Her wiha îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin û hate tekezkirn ku heta tecrîd bi temamî bi dawî dibe dê kar û xebatên xwe berdewam bikin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Salvegera 19’ê Tîrmehê Li hemû gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyê pîroz be!

Silav ji hemû gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyê yên şervan, xebatkar, berxwedêr, kedkar û têkoşer re! Silav li pêkhateyên ku li seranserî Bakurê Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî zilma desthilatdarên faşîst û hov bi lehengî şer dikin!

Ev salvegera roja pîroz û dîroka giranbuha di serî de li rêber Apo pîroz dikin û ji bo tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo bi temamî bê rakirin, em ê her rojekê bikin şoreş û erkên xwe yên înşaya civaka azad pêk bînin. Di heman demê de, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên înşaya neteweya demokratîk bi bîr tînin û heybeta vê rojê diyarî wan dikin.

Çi qasî çav û guh bên girtin jî ev berxwedana bêhempa ya şoreşa felsefeya azadiyê xwe di dîroka şoreşa gelên azad de dineqişîne.

Em wek gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nav êrîşên dagirkerên  hov re bi têkoşîneke bêhempa derbaz dikin. Îro banga gelên azad û berxwedêr, ji axa Mezopotamyayê bi dengekî bilind û bi hêz digihîje gelên cîhanê. Em dest didin hev û dîlana xwe ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê îro li dor felsefe û fikra azad a delal û xweşik a rêber Apo digerînin.

Hemû li seranserê Bakurê Rojhilatê Suriyê bûn temsîla welatparêzî û vîna gelên birêxistinkirî. Em divê vê rastiyê ji bîr nekin û bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê divê ji her wextî zêdetir xwedî li şoreşa Bakurê Rojhilatê Sûriyê û şoreşa gelan a demokratîk derkevin û biparêzin. Eger em destkeftiyên şoreşa xwe neparêzin, em ê bi dagirkeriya desthilatdarên re rû bi rû bimînin.

Ji bo ku li dijî dagirkeriyê,  şîdet, û zilma li ser gelên bindest bisekinin, divê em bi guhertina civakî û zihnî parastina cewherî ava bikini, ji bo ku em xwe biparêzin divê em erkên xwe yên şerê gel ê şoreşgeriyê pêk bînin.  Ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk jî divê em siyaseta demokratîk bi kar bînin û her kesî bi rêxistin bikin.

Ev heşt sal e ku bi hemû pêkhateyan re li ser xaka Bakurê Rojhilatê Sûriyê jiyaneke komînal tê meşandin. Heya ji destê civakê bê wê xaka sîstema neteweya demokratîk ji îşgal û dagirkeriya desthilatdariyê re nehêlin. Dîsa ji aliyê gelên demokratîk, gelên şoreşger û civaka demokratîk, wê hemû destkeftiyên şoreşa gelên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û dest ji jiyana azad bernedin.

Ji bo wê jî em bang li hemû cîhanê û raya giştî dikin û dibêjin li hemberî zilm, zordarî û dagirkeriyê bê deng nemînin û li dijî kuştin, qetlîam, xwînrijandin û şerên berjewendiyên hêzên hegemonîk ên navdewletî bisekinin û dengê xwe bi hev re bilind bikin. Em ê heya dawiyê li ser esasê parastina cewherî civaka xwe, axa xwe û şoreşa xwe biparêzin.

Em wek Kongreya Star ev dagirkerî û zilma ku li ser gelên bindest tê bikaranîn, şermezar dikin û wek gelên şoreşa Bakurê Rojhilatê Sûriyê ya demokratîk li hemberî zilma dagirkerî û îşgalkirinê disekinin û hewldanên me yên demokratîk wek bersivên pêwîst ên li gorî rihê demê bêne nîşandan. Wê tu êrîş û dagirkeriya li ser gelên bindest bê bersiv nemînin!”


Mijarên Din