Kolan û qadên Hesekê bi mûmên bîranîna serhildana 12`ê Adarê ronî bûn

Bi boneya salvegera 16`an a serhildana Qamişloyê, şêniyên Hesekê mûm li tevahiya kolan û qadên bajêr vêxistin.

Îro salvegera serhildana Qamişlo ye, ku rejîma Baas hew da bi rêya wê fîtneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê Ereb û Kurd de biafrîne. Di encama wê serhildanê de zêdetirî 35 kes şehîd bûn. Lewra gelê Kurd li Sûriyê bi giştî serî hildan. Ev serhildan li tevahiya bajarên Sûriyê belav bû di nav de Şamê.

Ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12`ê Adarê şêniyên bajarê Hesekê bi orgenîzekirina Kongreya Star daketin kolanan û mûm li tevahiya kolanên bajêr û navçeyên girêdayî wê vêxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din