Kolana pîşeyî ya taxa Şêxmeqsûd bûye meqeseda şêniyên Helebê

Kolana Sinaa ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê di dema êrişên li ser taxê de wêran bûbû. Lê piştî YPG û YPJ’ê herêm ji dagirkeran rizgar kir, ewlehî vegeriya herêmê û şêniyan dest bi kare xwe kir. Niha herêm bûye meqseda şêniyên Helebê.

Dema aloziya Sûriyê gihaşt Helebê, herêma Sînaa (pîşeyî) ya taxa Şêxmeqsûd rastî topbaranê hat û veguherî herêma şer. Rêveberiya dewleta Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî taxê dikir. Di sala 2016`an de YPG û YPJ`ê taxên Seken Şebabî, Benî Zêd û Eşrefiye ji çeteyên Tirkiyê rizgar kirin. Piştî vegera ewlehiyê şênî vegerîn warên xwe û ji nû ve dest bi karê xwe kir.

Hejmareke mezin ji pîşesazan vegerîn û di nav taxê de dest bi karê xwe kir. Li gorî gotinên endamê beşa peyaman a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd, wan bi rêxistin kirin û cihek taybet di dawiya kolana 15’an de li beşa Rojava ya taxê peyda kir da ku asta deng li herêmên jîngehan sivik bike. Di heman demê de ew kolan ji herêma Şiqeyf a pîşeyî nêz e.

Li kolana 15 zêdetirî 300 dikan û werşeyên pîşeyî yên cuda hatin vekirin mîna mekanîk, hesinkar, kehrebeya erebeyan, dûzan û gelek pîşeyên din. Li rex wê jî bi dehan dikanên taybet ên firotina amûr û alavên pîşeyî û parçeyên guhertinê yên erebeyan hatin vekirin. 

BANDORA DOLAR LI SER PÎŞESAZAN

Zêdebûna nirxê dolar li beramberî lîreyê Sûriyê  bi awayekî neyînî bandor li pîşesazên Heleb bi giştî û taxa Şêxmeqsûd bi taybet kir.

Di dema ku hevrikî di navbera gelek pîşesazan de û xwediyên parçeyên guhertinê hebû û buhabûnê bandor li pîşesazan kir. Ji ber wê neçar man destheqa karkerên xwe zêde bikin ji bo ku mizaxtên xwe peyda bikin. Ew jî bû sedem ku heqê sererastkirina erebeyan bi giştî biha bibe. 

Tevî wê jî lê kolana pîşeyî ya li taxa Şêxmeqsûd bûye meqseda şêniyên bajêr, ji ber ku bihayên li wir li gorî herêmên pîşeyî yên din li Helebê guncawtir e.

Cîhad Merwan xwediyê werşeya sererastkirina heykela erebeyan e û dibêje: “Em gelek zehmetiyan dikişînin. Buhabûna dolar bi awayekî mezin li pîşeya me asteng e. Ji ber ku buhayên madeyên ku em di karê xwe de bi kar tînin, biha bûn. Ji ber wê em neçar in destheqên xwe bilind bikin. Ji ber ku karkerên di werşeyê de kar dikin ji vê bihabûnê zirar dibînin. Em tenê ji bo peydakirina debara jiyana xwe di van şertan de kar dikin.”

GIRTEKÊN TEŞWÎQKIRINA PÎŞESAZAN

 Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd hewl dide xebatên bingehîn ji pîşesazan re peyda bike, da ku wan teşwîqî berdewamkirina pîşeyên xwe bike. Ji ber wê komîteyek ji pîşesazan ava kir. Da ku rewş û pirsgirêkên wan çareser bike. Tevî ku xebatên xizmetguzarî ji ziftkirina rêyan, restorekirina toreyên kanalîzasyonê û rakirina çopê pêşkêş bike. Pirsgirêk û muxeleftên der heqê wan de nîqaş bike.

Endamê Komîteya Zabita û Parastina Mizaxetker a şaredariyê Xatûn Henan got : "Komîte ji 3 endama pêk tê. Em çavdêriya kolana pîşeyî dikin û mijarên girêdayî paqijî, kehrebe û avê dişopînin. Her wiha em giliyên wan digihînin şaredariyê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din