Koma Efrîn a Folklorê bûye sembola çanda Efrînê

Koma Efrîn a Folklorê roleke girîng di parastina kevneşopên Efrînê de dilîze. Kom tev li gelek mîhrîcanên herêmî û navdewletî bû û bû sembola folklora Efrînê li Rojhilata Navîn û cîhanê.

Her herêmek û gundek çand û govendên wê yên taybet hene ku pê navdar e. Her govendekê şêwaz û navên xwe yên cuda hene ku ji urf û adetên kevnar digirin.

Koma Efrîn a Folklorê di salên notî de hate avakirin. Pê re pêşxistin û xurtkirina têkiliyan bi komên Sûriyê yên din û herêmî re dest pê kirin. Kom çanda efrînî di navbera pêkhateyên Sûriyê de û li boneyên navdewletî belav dike.

Damezirînerê komê û xebata wî ya hunerî

Ismet Izet di sala 1953`yan de li gundê Mûskê yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Di 15 saliya xwe de di reqsê de dibe hosta. Wê demê di dawetên gund de amade dibe û ji reqsa ferdî ya ku bi navê Sergovendî tê naskirin, hez dike.

Ismet Izet bi kesên tememezin ên gundê xwe mîna Heyderê Oso, Hesne Osî Baku, Reşî Tîtê û Behrî Osman fêrî rêbazên bingehîn ên reqsê dibe, mîna derketina li nava govendê, rêzgirtina ji govendên din re, çawa destmala reqsê bi kar bîne û çawa li hember daholvanan dilnizm be. Ev destnîşan dike ku her pîşeyek rê û resmên wê yên civakî hene.

Izet xebatên xwe yên hunerî di sala 1967-1967`an de piştî ku di govendên ferdî û komî de dibe hosta, berdewam dike û koçberî Helebê dibe. Di mîhrîcaneke Sûrî de ku li bajarê Helebê li dar dikeve, komek gelêrî bi navê Koma Qermitliq bala Izet dikşîne û pê bandor dibe. Koma Qermitliq yekemîn koma folklora gelêrî ya Efrînê ye.

Izet ji ajansa me re axivî û got: "Min xebatên xwe yên hunerî li gel karê xwe berdewam kirin. Ez, kesek bi navê Xelîl Xelîl û 7 kesên din me Koma Efrîn a Folklora Gelêrî ava kir. Bi derfetên besît û bi cilên xwe me xwe perwerde kir. Piştre me li dawetan dîlanên gelêrî pêşkêş kirin heya ku me cilên gelêrî  peyda kirin."

Izet wiha domand: "Dema me kom ava kir, komek din bi navê Koma Efrîn li bajêr hebû. Wê demê em bi endamên wê komê re rûniştin û me her du kom kir yek di bi navê Koma Efrîn ya folklora Gelêrî. Ji wir pêşxistina komê û xurtkirina têkiliyan bi komên din ên Sûrî û herêmî re destpê kir da ku hemû çand têkil bin."

Çalakiyên komê û tevlêbûna mîhrîcanan

Komê piraniya govendên xwe ji Koma Qermitilq birin. Ji ber ku zimanê kurdî, ji ber siyasetên pergalên serdest hatiye qedexekirin, piraniya navên govendan bi tirkî bûn. Navê Koma Qermitliq ji navê gundekî girêdayî Efrînê li ser sînorên di navebra Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de tê. Ji ber wê hindek govend nêzî çanda Bakurê Kurdistanê ne.

Wek gava yekemîn endamên komê bi navenda çandî ya Sûrî ya bajarê Helebê re koordîne dikin. Ji wir çalakiyên xwe li navenda mala pirtûkên neteweyî berdewam dikin û tev li mîhrîcan û şahiyên neteweyî dibin.

Piştî ku Ismet Izet leşkeriya neçarî ya Sûriyê piştî 3 salan bi dawî dike, vedigere komê û tev li mîhrîcana yekemîn dibe; Mîhrîcana Besra El-Şam a Navdewletî. Mîhrîcan li hola Col Cemal li parêzgeha El-Laziqiye li dar dikeve. Endamên komê dîlanên xwe pêşkêş dikin û pileya baş digirin. Li wir Koma Çiyayê El-Ekrad nas dikin. Kokên endamên komê vedigerin kurdên dema Selaheddîn Eyûbî.

Komê tev li gelek mîhrîcanan dibe jê Mihrîcana Sûq El-Intac a Helebê sala 1973`yan û avahiya mala mamosteyan a parêzgeha Himsê sala 1977`an dibe. Piştî wê tev li mîhrîcanan li Lubnan û Urdinê dibe.

Di sala 1979`an Xelîl Xelîl endamê rêveber û damezirînerê Koma Efrînê koçberî Ewropayê dibe da ku debara jiyana xwe peyda bike. Piştî wê kom ji hev dikeve. Di sala 1980`î de, piştî gelek nîqaşan endamên komê carek din bi koordîneya hunermendê mezin Elî Tico komî ser hev dibin û komê vejîn dikin. lê vê carê endamên jin tev li komê dibin. Piştre carek din Koma Efrîn a Folklora Gelêrî tev li boneyên neteweyî û navdewletî dibe. Di salên 1981-1982-1983`yan tev li Mihrîcana Besra El-Şam tevî Mihrîcana Pembo û Tedmurê dibe.

Di mîhrîcana Besra El-Şam a Navdewletî de Koma Efrîn a Folklora Gelêrî wek baştirîn komên ku beşdarî mîhrîcanê bûne tîne xelatkirin. Wê demê gelek kom ji dewletên cîhanê mîna Bulxariya, Yuxislaviya, Rûsya û Almanya tev li mîhrîcanê dibin. Li gorî Izet gelek kêfa beşdarên mîhrîcanê ji govendên komê û cilên wan ên gelêrî re tê. Heta beşdarên mîhrîcanê ji dewletên cîhanê pirsa koka komê dikin.

Girêdayî cilên komê Izet destnîşan kir ku cil ji şarê, kumspîk, sidriyê surme, şûtik, şelwer, şal û ebe û tasum û filer pêk tê. Izet destnîşan kir ku ev cilên bav û kalan e lê ji ber zextên pergalên serdest piraniya wan winda bûne. Ew ji çanda bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê ye. Izet diyar kir ku di van demên dawîn de cil ji nû ve bi rêya çîna temenmezinan carek din vejiyan.

Di dawiyê de Ismet Izet bang li nifşa pêşerojê ya kurdên Efrînê kir ku çand û kevneşopên xwe yên gelêrî biparêzin û got: "Çand nasnameya me ye, divê em wê biparêzin."

Di dema niha de Ismet Izet xebatên xwe yên hunerî li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê berdewam dike û gelek nifş ji çînên zarokan û mezinan fêrî dîlanên Efrînê yên gelêrî kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din