Koma yekemîn sibê ji kampa Holê derdikeve

Rêveberiya kampa Holê biryara derketina koma destpêkê ya koçberan ên ku li kampa Holê dimînin, di roja duşemê de da. 

 Rêveberiya kampa Holê derketina koçberên Tebqa û Reqayê ji kampa Holê bi paş xistibû, lê beriya hefteyekê ji ber birêvebirina pêvajoyê bi dawî nebûbû, soza bidawîkirina hemû pêdiviyan berî cejna Remezanê da. Li ser vî esasî dê koma destpêkê ji kampê derkeve û li herêmên xwe vegere.

Têkildarî mijarê rêveberiya kampa Holê ji ajansa me re diyar kir ku koma yekemîn a koçberên herêmên Tebqa û Reqayê dê sibe ji kampa Holê derkeve û li herêmên xwe bizivirin.

Biryara derketnê jî li ser biryara rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampa Holê ye, ev jî piştî banga eşîrên li herêmê ya di dema Komxebata Eşîrên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê di 3`yê meha Gulanê de hatibû lidarxistin, pêk hat.

(eh)

ANHA


Mijarên Din