Kombûna Olan: Tirkiyê hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dike

Kombûna Olan a navçeya Tirbespiyê got ku komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dike, hemû felsefe, belge, olên mirovî û asmanî binpê dike.

Tirkiyê û komên çete yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra binpêkirin û sûcan der heqê sivîlên li herêmên ku dagir dike de pêk tîne û bi awayekî rasterast perestgeh û sembolên olan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedefa xwe. Der barê mijarê de îro kombûna Olan li navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek ji raya giştî re par ve kir.

Daxuyanî ji aliyê mele Sîrac Mihemed hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kombûna Olan got ku Tirkiyê komên çekdar ên xwediyê fikrê terorî ku navê artêşa El-Wetenî ya Sûriyê hilgirtiye, bikar tine. Her wiha diyar kir ku Tirkiyê koçberan weke kaxiza zextê li Ewropa û cîhanê bi kar tîne, da ku li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê dîroka osmaniyan vejîne.

Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk û hêzên wê bêyî pêşîlêgirtineke qanûnî, exlaqî û mirovî hemû cureyên çekan mîna çeka fisforê ya li bajarê Serêkaniyê bi kar aniye, xak, bajar û bajarokên din ku şêniyên resen lê dijîn, dike hedefa xwe û bi sedan qûrbanî û birîndarên sivîl di nav de zarok birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de wiha hat piştrastkirin: "Êrişên bêserûber herêmên ewle ku bi jiyana aştiyan e  ya di nav hemû pêkhate, gel û olan de tê naskirin, dike hedefa xwe. Ev yek jî xeteriyê li ser zêdetirî 3 melyon şênî çêdike. Her wiha gumana ku deh hezaran girtiyên DAIŞ`ê yên terorîst ji zindanan birev in heye."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wek kombûna Olan a navçeya Tirbespiyê bi tûndî êriş û dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li dewlet û saziyan di serî d e NY`yê dikin ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabin û êrişa Tirkiyê rawestînin."

ANHA


Mijarên Din