Kombûna Pîşeyî ya Sûdanê ragihandin ku dan û standin ranewestiyane

Kombûna Pîşeyî ya Sûdanê got dan û standin bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re bi dawî nebûne, lê ew demkî ye û dibe ku di her kêliyê de dest pê bikin.

Kombûna Pîşeyî ya Sûdanê îro daxuyaniyek li ser Twitterê belav kir û got ku dan û standinên bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re bi dawî nebûne lê ew demkî ne û dibe ku di her kêliyê de dest pê bikin.

E-Erebiyê Nêt ragihand ku kombûnê şertê destpêkirina dan û standinan wiha diyar kir: "Di her demekê de Meclisa Leşkerî pêşniyara dan û standinan ji aliyê Tevgera Azadî û Guhertinê ve erê dike ku serokatiya meclisa serwer sivîl û dewrî be."

Her wiha kombûnê gelek pirsên ku di nav sûdaniyan de derdikevin zelal kirin, mîna meseleya bendên ku meclisa demkî ku berê li ser li hev kiribû û teqez kir ku ew hîna heye û wiha got: "Tiştê ku me li ser li hev kiribû, heye."

Kombûnê bang kir ku di rojên 28 û 29`ê Gulanê de bikevin greva giştî, ew yek dê ji bo zextê li ser Meclisa Leşkerî bike ku desthilata sivîl qebûl bike.

(jo)


Mijarên Din