Kombûna Pîşeyan a Sûdanê banga domandina xwepêşandanan kir

Kombûna Pîşeyan a Sûdanê îro bang li xwepêşandêrên li Xertûmê kir ku xwepêşdana xwe dewam bikin û dest bi hemleya paqijiyê bikin.

Kombûna Pîşeyan a Sûdanê, di daxuyaniya xwe de ku li ser torên civakî belav kir, banga serhildana sivîl û xwepêşandana siyasî kir û wiha got: "Şoreşgerên li meydana xwepêşandanê û derveyî wê li paytext û herêman dest bi propagandaya serhildana sivîl û xwepêşandana siyasî li welatiyan bikin."

Her wiha kombûnê di daxuyaniya xwe de banga destpêkirina hemleya #Henbenîho kir û destnîşan kir ku ew hîna zêdetirî şoreşa ku dengekî mezin di aliyê herêmî û navnetewî deng veda, ronî dike.

(jo)


Mijarên Din