Komek girêdayî DAIŞ`ê êrîşa xwekuj li Senaayê girt ser xwe

Malpera BBC a Birîtanî destnîşan kir ku koma "Wîlayeta Sînaa" şaxê Misirê yê girêdayî DAIŞ`ê êrîşa xwekuj ku li sûka El-Şêx Ziwêd bakurê Sînaayê pêk hatî girt ser xwe. Di encama êrîşê de  kuştî û birîndar hene.

Şahidên bûyerê û çavkaniyek ewlehiyê diyar kir ku  kesekî mayîn li xwe pêçabû êrîşî hêzên polîsê yên ku sûka ku her heftê roja Sêşemê vedibe, kir.

Çavkaniyan diyar kirin ku kuştî û birîndar hene û hejmara wan hîna nayê zanîn. Ji aliyê xwe ve hêzên polîsê hejmara endamên xwe li sûkê zêde kirin.

(şx)


Mijarên Din