Komek ku dizî dikir li Serêkaniyê hat girtin

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya bajarê Serêkaniyê îro komek a jin ku dizî dikirin girtin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn weşandibû, jin ji şêniyên taxa El-Salhiye ya Hesekê ne. Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birxêstinkirî li ser agahiya xwediyê dikanê zêr ku hejmarek jin 7 parçeyên zêr jêdizîne, ew jin girtin.

Navendê destnîşan kir ku piştî agahiyê, dest bi şopandin û lêpirsînê kirin û jinek li Serêkaniyê girt. Bi rêya lêpirsînên destpêkê, jinê li xwe mikûr hat ku hejmarek jinên din ji taxa El-Salihiye ya bajarê Hesekê bi wê re dixebitin. Li ser wê û bi koordîneya Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Asayîşê ya Hesekê jinên din hatin girtin û ji dozgeriyê re hatin şandin.

(şx)

 


Mijarên Din