Komeke çekdar a Wîfaqê êrişî civîna çapemeniyê ya Ehmed Miîtîq kir

 Li Misratayê ya Lîbyayê komeke çekdar bi ser civîneke çapemeniyê ya serokê meclîsa serokatiyê Ehmed Miîtîq de girt û ew neçar kir ku civînê betal bike.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên herêmî,  komeke çekdar ku tê payîn girêdayî wezîrê hundir yê hikumeta Wîfaqê yê Lîbyayê Fethî Başaxa ye li Misrata êrişî civîna çapemeniyê ya Ehmed Miîtîq kir û ew neçar kir ku civînê betal bike. Piştî  ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê piştevaniya endamê meclîsa serokatiyê Ehmed Miîtîq ji bo nûnertiya herêma rojava ya welat ragihand, ev êriş pêk hat.

Çavkaniyekî lîbyayê destnîşan kir ku piştî nîqaşeke dijwar di navbera çekdar û kesên li hola civînê ya hotêleke Misratayê de pêk hat, çekdaran diyar kir ku ew tu peymaneke ku ew ne tê de bin an jî agahiya wan berê jê tune be, napejirînin

Li ser torên civakî, kêliya ku çekdaran êrişî civîna çapemeniyê kiriye û neçar kiriye ku Miîtîq civînê betal bike, bi rêya vîdyoyekê hat belavkirin.

ANHA


Mijarên Din