Komeleya Newroz: Em berxwedana gelê êzidî silav dikin

Komeleya Newroz ya li Lubnanê qurbaniyên komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê êzidî yê li Şengalê di 2014’an de pêk aniye, bi bîr anîn û berxwedana civaka êzidî silav kir.

Bi rasthatina salvegera 6’an a komkujiya Şengalê re ku çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de li dijî civaka êzidî pêk aniye, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya li Lubnanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"3’yê Tebaxê salvegera 6’an a komkujiya hovane ye ku komên radîkal ên terorîst bi nûnertiya DAIŞ’ê yên ku rejîmên destpot, di serî de dewleta Tirk, piştevaniya wê dike, li dijî civaka êzidî ya Şengalê pêk anî.

Tevî ku gelê êzidî di 73 fermanan re derbas bû, lê cudahiya fermana 74’an ji yên berê wêdetir e ku hedefa wê têkbirina pêkhateya êzidî ye. Her wiha hedefa wê qirkirina çanda kevnar e jî. Li pêş çavên cîhanê komkujî pêk hat, jin û zarok hatin revandin û bi rêbazên hovane hatin qetilkirin, serjêkirin û firotin.

Em Komeleya Newroz a Çandî û Civakî vê komkujiyê û kesên pêk anîne, şermezar dikin. Her wiha di heman demê de jî berxwedana leheng a dîrokî ku gelê êzidî bi rêya avakirina YBŞ û YBŞ-Jin silav dikin ku parastina xaka Şengalê ya pîroz kir."

(fr)

ANHA


Mijarên Din