Komeleya Newroz; wargeheke manewî ya Kurdên li Lubnanê ye

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bûye wargeha Kurdan û bi taybetî jinên li Lubnanê. Komeleyê hişt ku gelê Kurd ê li Lubnanê li dor hev kom bibe û ji aliyê manewî û rêxistinî ve bandoreke mezin li wan kir.

Îro salvegera 6`emîn a vekirina Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya Kurdên Lubnanê ye. Komeleya Newroz di 2`yê Îlona 2014`an de li paytexta Lubnan Beyrûtê hatibû damezirandin û bi awayekî fermî di 16`ê Îlona heman salê de hatibû vekirin.

Komele girîngiyê dide çalakiyên gelê Kurd li Lubnanê û aktîvîteyên ku wan bi rêxistin dike, li dar dixe. Her wiha lidarxistina çalakiyên civakî, tenduristî, projeyên çandî û perwerdeyê, pêşxistina behreyên hunerî û folklora Kurdî, zanakirin û perwerdekirina jinan ji aliyê civakî, siyasî û çandî ve, fêrkirina zimanê kurdî û nasandina nasnameya kurdî, armanc dike.

Komele ji komîteyên gel, jin, ciwan, çand û huner, zimanê kurdî û komîteya xwendekarên zanîngehê pêk tê.

Seroka Komeleya Newroz a Kurdên li Lubnanê Henan Osman wiha got: "Ji ber valahiya li Lubnanê bi giştî, pêwîstî bi rêxistinkirina ciwan û jinan hebû."

‘KOMELEYA NEWROZ LÊVEGERA GEL Û JINAN E’

Komîteya Jinan yek ji komîteyên herî aktîf ên komeleyê ye. Komeleya Newroz li ser asta Lubnanê bi "Komeleya Jinên Kurd" tê nasîn, ji ber ku piraniya endamên wê jin in û bi awayekî aktîftir jin kar dikin.

Komeleya Newroz ji bo gihîştina her Kurdekî li Lubnanê û Rojava û bo rêxistinkirina wan, gavên mezin avêtın. Komele bûye wargeh û lêvegera hemû gelê Kurd û bi taybetî jinan û ji aliyê manewî ve bandoreke mezin li wan kiriye.

Komele hewl dide pirsgirêkên malbatî û civakî çareser bike û xwe li hemberî wan pirsgirêkan berpirsyar dibîne. Komeleya Newroz bêhtir li ser mijarên tundiya li dijî jinan, zewicandina bi temenê biçûk û pirsgirêkên malbatî disekine û hewl dide gel li ser tundiyê, mafên wan, xweparastinê, jin û siyaset, dozên civakî, rewşa siyasî ya niha li Lubnanê û perwerdekirina baş , perwerde bike û nîqaşan bimeşîne.

Her wiha komeleyê piştgiriya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê (2018) kir û şandeyeke piştevanan şand Efrînê. Şande bû pira di navbera jinên Lubnanê û jinên Rojava de û ji tecrubeyên hev sûd girtin.

Henan Osman wiha dibêje: "Têkoşîna jinên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê (Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr) wekî çalakvana Kurd Zeyneb Celalyan di girtîgehên Îranê de, Leyla Guven, berxwedana fedayî ya Arîn Mîrkan di şoreşa Rojava (Şoreşa Jinan) de, bandoreke mezin li gelê Lubnanê bi giştî û jinên Lubnanî bi taybetî kir. Her wiha derfet da me ku em xwe di civaka Lubnanê de îspat bikin, bi vê nasnameyê em bihêztir bûn û me deriyên têkiliyên bi rêxistin û tevgerên jinan ên Lubnanê re, vekir."

‘KOMELEYA NEWROZ PIRA DI NAVBERA JINÊN ROJAVA Û JINÊN LUBNANÊ DE YE’

Komeleya Newroz tev li Meclisa Jinan a Lubnanê (Parlemana Lubnanê ya Herêmî) bû, ku gelek pêkhateyan digire nava xwe û xebatên li ser asta netewî, niştîmanî û jinan û çareserkirina pirsgirêkan armanc dike. Her wiha komele wekî nûnera Komîteya Parastina Mafên Jinan a herî aktîv li Lubnanê de û di opozisyona perwerdeyê ya Lubnanê de, hat pejirandin û beşdarî panelên li Urdun û Tunisê bû.

Henan Osman destnîşan kir ku bi rêya xebatên xwe di komeleyê de me karîbû dozên hundirîn û derve bi jinên Kurd û jinên Lubnanê bida nasandin û got: “Tevî temenê wê yê kurt jî, Şoreşa Rojava bandoreke mezin li me kiriye, çi ji hêla nimûneya hevserokatiyê çi jî mijara zagonên jinê ve."

Henan wiha domand: "Bi saya berxwedana jinan di Şoreşa Rojava de, me xwe ji bo hilbijartinên parlamana Lubnanê yên 2018`an li Beyrûtê hilbijart. Derfeteke dîrokî bû ji me re ku yekem jina Kurd xwe ji bo parlamana Lubnanê hilbijêre û dengê berxwedana gelê Kurd û jinan bilind bike."

Henan her wiha îşaret bi teqîna 4`ê Tebaxê ya li Perava Beyrûtê kir, ku binesazî rûxand û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da û got: "Wê demê komeleyê jî zirareke mezin dît. Me bi hevkariya komîteya alîkariyan û rêxistinên jinan alîkariya gelê Lubnanê û penaberên Sûriyê ku zerar dîtine, kir."

Henan di dawiya axaftna xwe de salvegera 6`emîn a vekirina Komeleya Newroz li Lubnanê li gelê Kurd û endamên komeleyê pîroz kir û hêvî kir ku di salên pêş de bêhtir bigihînin her Kurdekî.

Her sal, endamên Komeleya Newroz tevî nûnerên rêxistinên jinan û gelê Kurd ê li Lubnanê, salvegera vekirina komeleyê bi bîr tînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din