Komkujiya gundê Qinê û rizgarbûna ji gora komî

Yek ji komkujiyên mezin a fermana 2014’an li gundê Qinê yê Şengalê çêbû, niha 6 gorên komî lê ne. Fawaz Sefîl Emo û Êzdîn Emîn Hisên, şahidên komkujiyê ne ku ji nav bi hezaran guleyan, di bin cenazeyên bi dehan kesan de xwe ji gora komî rizgar kirin.

Di ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê re 8 sal derbas bûn. Di dîroka Êzidiyan de fermana herî demdirêj e. Ev 8 sal in hesabê fermanê ji tu kesî nehatiye pirsîn, 8 sal in çarenûsa bi hezaran jin û zarokên êzidî nayê zanîn. 8 sal in bi hezaran malbat li benda vekirina gorên komî ne ku hestiyên bi hezaran şehîdên fermanê di nav de ne. Heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin û tenê 34 ji wan hatine vekirin. Hikumeta Iraqê, her sal nêzî salvegera fermanê çend gorên komî vedike, ji bo şehîdên fermanê merasîman amade dike û dixwaze şerm û berpirsyariya xwe bi vi awayî veşêre an jî xwe ji gunehên fermanê pak bike.

Herî dawî di 28’ê Hezîranê de, li gundê Qinê yê başûr rojhilatê Şengalê, dest bi kolandina 6 gorên komî hate kirin. Bi sedan kesûkarên şehîdên fermanê li dora wan goran kom bûn, kon vedan û li benda hestûyên xizm û hezkiriyên xwe bûn. Di nav vê koma gel de 2 kes hene ku ji nav wan gorên komî derketine, ji çela mirinê rizgar bûne û kêliyên komkujiyê ser dilê xwe mohr kirine da ku ev komkujî neyê jibîrkirin.

Yek ji wan kesan Fawaz Sefîl Emo yê ji gundê Til Qeseb e. Til Qeseb, 10 kîlometre dûrî gundê Qinê ye. Dema çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrîşan kirin, şêniyên Til Qeseb, Til Benat, Koço û Solaxê berê xwe dan gundê Qinê. Bi sedan kes ji ber li vê herêmê av heye xwe dispêrin wê derê. Lê çeteyên DAIŞ’ê da pey şopa wan, li gundê Qinê ew dorpêç kirin. Ji vir çîroka komkujiya Qinê wiha dest pê dike.

‘10-12 SEYAREYÊN DAIŞ’Ê EM DORPÊÇ KIRIN’

Fawaz Sefîl Emo, dema behsa roja komkujiyê dike, her tişt kêlî bi kêlî û bi hemû detayan tîne ser ziman.  Fawaz Sefîl got: “Di 3’ê Tebaxê de, dema artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê û gundê direvîn, ez jî ji gundê xwe derketim û min xwe gihand gundê Qinê.”

Fawaz Sefîl, kêliya ku rastî çeteyên DAIŞ’ê hatiye wiha anî ser ziman: “Saet 13.00’an piştî nîvro seyareyekî DAIŞ’ê hate ba me. Ji me re gotin ‘tiştek li ser we nîne, ne hewce ye hûn bitirsin, em ji ber artêşê û pêşmergeyan hatine, hûn biçin malên xwe. Pey re nêzî 10-12 seyareyên wan hatin, teqrîben 35 kesên çekdar bûn.”

Li gor agahiyên ku Fawaz Sefîl dide, navê serçeteyê wê koma DAIŞ’ê, Ebû Nûra bû ku ji Telaferê ye û wiha berdewam kir: “Ji me pirsîn ka em êzidî ne yan na, me got tenê 2 malbat ne êzidî ne, ji wan malbatên misilman re gotin. li seyareyên xwe siwar bibin û biçin, ji me re jî gotin, biçin bin wê darê kom bibin. Em di bin darê de kom bûn, jin li cihekî cûda bûn, em jî di bin darê de bûn.’’

QETLÎAM QEYD KIRIN

Piştî ku hemû zilamên êzidî kom dikin, wan dikin 3 rêz ku hejmara wan derdora 80 kesî ye. Çeteyên DAIŞ’ê, 80 zilamên êzidî, ji 2 milan ve dixin nav xwe û wan dibin cihê komkujiyê. Piştî axaftina bi telefonekê, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Nûra, tekbîrê tîne û dest bi gulebaranê dikin. Di dema gulebaranê de 3 çeteyên DAIŞ’ê dîmenên komkujiyê qeyd dikin, derdora 25 çeteyan jî gulebaran dikin.

Fawaz Sefîl kêlîyên gulebaranê anî bîra xwe û got: “Dema gulebaran kirin, min xwe avêt çalê û laş bi ser min de ketin. Her kî gule lê diket bi ser hev de diketin. Ez di bin wan de mam, xwîna wan bi ser min de dihat. DAIŞ’ê, hesab kir ku ez jî mirî me. Piştî gulebaranê, hatin nav me. Yê birîndar bûye, dikuştin. Eger sax ba, digotin ‘Ebû Nûra were bikuje, ev sax e’. Bi vî awayî kesên sax didan hevûdû û dikuştin.”

‘EZ Û HEVALEKÎ XWE Ji GORA KOMÎ RIZGAR BÛN’

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê qenat dibin ku kesek sax nemaye diçin, dema diçin keç û jinên êzidi jî bi xwe re dibin. Fawaz Sefîl, çîroka rizgarbûna ji gora komî wiha bilêv kir: “Piştî her kes kuştin, ji ba me çûn. Ez ji nav gora komî rabûm, min li derdora xwe nêrî, bav û birayê min jî di nav de 37 mirovên min hatibûn kuştin. Ji hevalên min, 3-4 ji wan birûndar bûn, dipeyîvîn. 2 ji wan rewşa wan giran bû, di gora komî de mirin. Yek ji bîrîndaran jî Êzdîn Emîn Hisên bû, di nav xwînê de bû, wî bi zorê ez ji gorê komî derxistim û em teqrîben 9 şevan meşîyan û gihêştîn ber mezarê Emadîn.”

Li gorî agahiyên Fawaz Sefîl, bi giştî 9 kes ji wê gora komî xilas dibin. 69 navên nivîsandî hene ku di wê gora komî de şehîd ketine, lê tê gotin bi kêmanî 100 kes hene ku hatine kuştin. Di nav wan de 3-4 zarok jî hene ku bi fermana emîrê çeteyên DAIŞ’ê têne kuştin.

‘HER ZAROKÊ KU DIKARÎ ÇEKÊ RAKE DIHATE KUŞTIN’

Êzdîn Emîn Hisên, hevalê Fawaz Sefîl e ku bi hev re ji gora komî rizgar dibin jî, çîroka komkujiyê ji me re kêlî bi kêlî vegot. Êzdîn Emîn Hisên, dema behsa kuştina zarokên êzidi dike, wehşeta DAIŞ’ê radixe ber çavan, wî got: “DAIŞ, dema hat negot kî kî ye, em hemû kom kirin. Jin û zilaman cûda kirin. Li bin çengê zarokan dinêrîn herçî mûyê wî zer dikir, karîba çek rakira ew jî di nav mêran de dihatine kuştin.”

Sedema ku bi sedan êzidî li gundê Qinê kom bibûn, hebûna avê ye ku Êzdîn Emîn têkildarî wê got: “Çiya nêz bû, em biçûna em ê xilas bûna, lê ev der cihê avê bû, eger em biçûna em ê ji tîna bifetisiyana.”

Êzdîn Emîn jî, di dema gulebaranê de di nav laşê însanên kuştî de dimîne û çîroka rizgarbûna xwe wiha parve kir: “Yê min, telqe li eniya min kete, serê min di bin serê yekî de bû. Yê herî zehmet em di bin laşan re derketin, hemû kuştî bûn, ji ber bêaviyê min xwîna eniya xwe dikir devê xwe de heta me xwe xilas kir.”

DAXWAZÊN WAN NAYEN BERSIVANDIN

Piştî vegotina çîroka komkujiyê, me ji Fawaz Sefîl Emo û Êzdîn Emin Hisên pirsa peyam û daxwazên wan kir, Fawaz Sefîl Emo got: “Daxwazên me, ne daxwazên zehmet in, lê eger hikûmetek hebe van daxwazan bide ber xwe. Hêviya me ew e ku hemû gorên komî werin vekirin. Beriya her tiştî em hestûyan rakin. Ji kampên Başûrê Kurdistanê hatine, li ser gorên komî konên xwe danîne, li ser gorên komî jiyan dikin.”

Êzdîn Emin Hisên jî, êdî ji peyv û peyaman bêbawer e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em nizanin em çi peyamê bidin, ev 8 sal in em peyaman didin lê feyde nîne. Niha jî wekî tu birîneke nû vekî. Tu birîneke nû vekî çawa ye? Maf û hiqûqa me nîne.”

ANHA


Mijarên Din