Komkujiya Hewlêrê…Piştî 23 salan hê jî cenazeyên şehîdan nehatine radestkirin

Îro salvegera 23`yemîn a komkujiya Hewlêrê ye. Komkujî ji ber komploya aliyekî kurdî bi dewleta Tirk re ji bo tunekirina têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, pêk hat.

Hêzên derve yên dijber nakokiyên di navbera aliyên kurdî de ji bo berjewendiyên xwe keysbaz kirin. Aliyên Kurdistanî jî ev hêz ji bo pêkanîna projeyên xwe pêk anî û di dawiyê de Kurd bi destê kurd tê kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker 1983`an êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê kir û heta niha berjewendiyên dagirkirina herêmê vedişêre û pêkanîna projeya Mîsaq Millî bi navê "Şerê li dijî PKK`ê" pêk tîne.

Yek ji mezintirîn êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdisdtanê di 14`ê Gulana 1997`an de bi beşdarbûna 200 hezar leşker û çeteyên wî. Dewleta Tirk di wê demê de navê Şakûş li wî şerî kir. Armanca wê ji wê êrişê ku baregehên navendî yên PKK`ê tune bike.

16`ê Gulanê û piştî du rojan ji êrişê, şêniyên bajarê Hewlêrê li ser agahiya komkujiyek ku li dijî şervan û kadroyên birîndar ên PKK`ê (80 kadro û hindek welatî) ku di nexweşxaneyên bajêr de dihatin dermankirin, hişyar bûn.

Di heman demê de çekdarên PDK`ê bi çekên giran êrişî navenda giştî ya YNDK`ê, buroya navenda Mezopotamiya ya çandê, komeleya Yekitiya Jinan a Azad a Kurdistanê, her wiha êrişî rojnamegerên rojnameya Azadiya Welat û Welatê Rojê, kir

Di encama wan êrişan de sivîl bûn qurban. Her wiha PDK`ê dest bi hemleyeke girtinê ya berfireh kir û çend mehan dewam kir. PDK`ê bi hevkariya leşkerên Tirk di bin navê "Hêzên Aştiyê" de êrişî gelek saziyên sivîl ji wan Heyva Sor a Kurdistanê kir û bi dehan sivîl kuştin.

Tevî ku 23 sal li ser komkujiya Hewlêrê derbas bûye, lê PDK`ê heta niha cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekirine û tu kes cihê ku lê hatine veşartin, nizane.

bx

ANHA


Mijarên Din