‘Komkujiya Kobanê îradeya me neşikenand û israra ji bo têkoşînê zêde kir’

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya salvegera 4`emîn a komkujiya 25`ê Hezîranê ku ji aliyê DAIŞ`ê ve li bajarê Kobanê û gundê Berxbotanê pêk hat, daxuyaniyek da û got: “Hêzên tarî bi rêya van rêbazên nemirovahî, nikare îradeya me bişkîne, lê belê israra me ji bo berdewamkriina têkoşînê ji bo destxistina azadiyê xwe, zêde kir.”

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya salvegera 4`emîn komkujiya 25`ê Hezîranê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li bajarê Kobanê û gundê Berxbotan 25`ê Hezîrana 2015`an pêk hat, daxuyaniyek da û diyar kir ku komkujiyê îradeya wan ne şikenand lê belê israra wan ji bo berdewamirina têkoşînê zêde kir heta ku Kobanê bû destpêka rizgarkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Endam, rêveberên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xwser a herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û nûnerên QSD`ê beşdarî xwendinda daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ve li Goristana Şehîd Dicle hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di sala 2015`an de weke vê rojê komeke ji rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst bi awayekî veşartî derbasî bajarê Kobanê û hejmareke ji gundên wê bû û li dijî sivîlan komkujiyên hovane pêk anî.

Rêxistina terorîst kiriyarên hovane li dijî mirovahiyê ji kuştin, teqandin, siwîqaskirin, şewitandin û lîstina bi cenazeyan, pêk anî. Di komkujiyê de zêdeyî 600 kes şehîd û birîndar bû û praniya wan jin û zarok bûn.

Ji ber rêxistina terorîst û hevalbendên wê di êrîşa li dijî dîwarên Kobanê de têk çûn ji ber wê ev komkujî pêk anîn.  Rêxistina DAIŞ û hevalbendên wê nikaribûn di aliyê leşkerî de tevî hejmara wan a zêde û destekdayîna bê sînor ji aliyê hêzên tarî ve Kobanê dagir bikin, lewra rêxistina terorîst û pişt wî jî hêzên tarî berê xwe dane tirsandina gelê wê(Kobanê) û şikandina îradeya wê bi rêya qirkirina etnîkî der heqê wan de.

Hêzên dagirker bi kiriyarên xwe yên ne mirovî nikarîbûn îradeya me bişkînin. Îrade û israra me ya ji bo berdewamkirina têkoşînê, xurtir bû. Kobanê bû bingeha rizgarkirina gelên me yê Sûriyê ji terorîsta cîhanî. Gelê me bi kur û keçên xwe li dijî terorîstan şer kirin û tola şehîd û tevahî cîhanê rakirin.

Di dema ku em şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr tînin, dewledta Tirk a faşîst û hevalbendên wê ji komên terorîst hîn jî Efrîn û xakên din ji Sûriyê dagir dikin. Kiriyarên hovane li dijî gelê me pêk tîne. Gelê me neçar koçberiyê kir. Ev hemû jî li beramberî çavên civaka navdewletî tê kirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî Bakurê Iraq jî berdewam dike.

Em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan li cîhanê dikin ku li kêleka me bisekinin. Erka xwe pêk bînin û kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û rêxsitinên terorîst bisekinînin, her wiha sînro ji pêkanîna komkujiyan re dayînin."   

 (bx)

ANHA


Mijarên Din