Komkujiya li dijî malbata El-Xatir hovîtiya dewleta Tirk îsbat dike

Komkujiya li dijî malbata El-Xatir a ji Idlibê belgeyeke ku hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan îsbat dike. Her wiha hemû îdiayên Erdogan ên rewakirina dagirkirina Efrînê derewandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileyê 2018`an de êrişî Efrînê kir û di êrişên xwe hemû çekên qedexekirî, bikar anîn.

Hêzên dagirker bi dehan komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û di encama wê de bi dehan zarok şehîd bûn.

Komkujiya li dijî malbata koçber a ji Idlibê ku li Efrînê xwe bi cih kiribûn, yek ji komkujiyên ku hate belgekirin û  li dîroka dewleta Tirk û çeteyên wê ya reş zêde bûye.

Dewleta Tikr bi balafir û helîkoptiran gundewar û bajarokên Efrînê bomebebaran kir û malên şêniyan bi ser wan hilweşand.

YEKSER SIVÎL DIBÛN HEDEF

Dewleta Tirk dema dest bi êrişên hovane kir yekser sivîl kir hedefa xwe, dehan komkujî û kuştinên komî li dijî wan pêk anî.

Efrîn beriya ku were dagirkirinê, herêmeke ewle bû ku bi sedan malbatên ku ji ber şer reviyan hembêz kirin. Di nav de malbata El-Xatir bû, ya ku ji 7 kesan pêk dihat. Malbata El-Xatir ji parêzgeha Idlibê ye, ji ber hovîtiya komên çete yên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dabû Şehbayê û ji wir ber bi navçeya Mabata ya Efrînê ve çûbû.

Koçberiya wan a ber bi Efrînê ve ew ji amûra şer a Tirkiyê ve dûr nexist. Li wir careke din bibe armanca balafirên şer ên dewleta Tirk.  Di vê komkujiyê de tevahî endamên malbatê hatin qetilkirin. Ew komkujî ji aliyê ajansa me ANHA`yê ve hate belgekirin û li dîroka dewleta Tirk a reş di aliyê mafên mirovan û hedefgirtina sivîlan de, hate zêdekirin.

TEVAHÎ ENDAMÊN MALBAT DI KOMKUJIYÊ DE HATIN KUŞTIN

Di 26`ê Çileyê 2018`an de (Piştî 6 rojan ji êrişên li ser Efrînê), saet derdora 03:00`an balafirên şer ên dewleta Tirk careke din li ser navçeya Mabata geriyan û bêserûber li dan. Dengê bomebebaranê li her derê dihat bihîstin.

Di wan kêliyan de di saet 03:30`an de tevahî endamên malbata El-Xatir şehîd bûn û parçeyên laşên wan heta saet 08:00`an di bin bermahiyên malê de man.

6 NAV HATIN BELGEKIRIN

Tîmên Rizgarkirinê yekser berê xwe dan cihê bomebebarfanê ku cenazeyan rakin û li birîndaran bigerin. Lê hemû endamên malbatê jiyana xwe ji dest dabû. Navê 6 kesan hate belgekirin. Bav: Taha Mustefa El-Xatir (45), dê Emîna El-Xatir (40), kurê wan Silêman El-Xatir (14), Mustefa El-Xatir (17), Yusra El-Xatir (9) û Zekiya El-Xatir (15).

Tîmên rizgarkirinê cenazeyên wan birin nexweşxaneya Avrîn a li navenda bajarê Efrînê ku paşê ew jî bû hedefa balafirên dewleta Tirk  a dagirker.

Dewleta Tirk di êrişên li ser Efrînê de gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Di encama wê de 257 sivîl şehîd bûn ji wan 45 zarok û 36 jin her wiha 742 sivîl birîndar bûn ji wan 113 zarok û 113 jin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a di 23`ê Çileyê  2021'an de anku bi nêzîbûna salvgera sêyemîn a êrişên li ser kantona Efrînê komkujiyek li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê pêk bînin, di encama wê de 4 kes şehîd bûn û birîndar jî hene.

(bx)

ANHA


Mijarên Din