Komkujiya Şengalê di her kêliyê de li bîra jinên Êzidî ye

Necat Bapîr jî yek ji wan jinên Êzidiye ku 2 salan zêdetir di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê de maye. Necat a ku heta niha nizane zaroka wê ya 8 salî li kuye, serpêhatiya xwe ya bi êş vegot.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirtin, êrişî Şengalê kirin. Ew roj bû destpêka serpêhatiya bi êş a bi hezaran jinên Êzidî. Jinên Êzidî hatin revandin, kuştin û hatin firotin.

Yek ji wan jinên xwedî serpêhatiya bi êş Necat Bapîre (30) e. Necat jî ji sedan jinên ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin e. Necat nikare dema borî û tişta ku ji çeteyên DAIŞ`ê kişandiye, ji bîr bike û li hêviya rizgarkirina keça xwe Rêşîn Qasim Heyder ya 8 salî, bavê wê û sê birayên xwe ye.

Necat ji gundê Girzike û li herêma Domîz a Qezaya Şengalê, dijî.

Ji bilî êşa ku Necat dema di destê çeteyên DAIŞ`ê de bû kişandiye, windabûna keça wê û endamên ji malbata wê zehmetiyên wê zêdetir kirine.

Necat tenê dixwest parastina zarok û malbata xwe bike, di malekê de bijî û parastina rêûersmên Êzidî bike.

Piştî çeteyên DAIŞ`ê bajarê Mûsilê di 10`ê Hezîrana 2014`an de dagir kirin, Necat agahî li ser malbata xwe bihîst. Her ku dibihîstin çeteyên DAIŞ`ê nêzî wan bûne, bêyî ku zanibin kî ne û çi dikin, tenê wan dizanîbû ku xeterî nêzî wan dibe. Bi 25 kesên din ji malbata wê û malbata hevjînê wê biryar dan ku ji mala xwe derkevin. Du erebe girtin û ber bi Nofa Jêrîn ve çûn, lê ji ber barê her du erebeyan zêde bû, çeteyên DAIŞ`ê nêzî wan bûn û derdora wan girtin.

Çeteyên DAIŞ`ê derdora malbatê girtin. Çekên xwe dirêjî wan kirin ku wan bikujin, lê di wê kêliyê de telefonek ji endamekî çeteyan re hat. Ew xistin erebeyeke mezin de û ber bi navenda Şengalê ve birin. Necat diyar kir ku ew 6 rojan li Şengalê man û di wan rojan de çeteyan jinên ciwan bi şev dibirin û di roja din vedigerandin, bêyî ku zanibin çi bi wan dihat.

Necat wiha got: "Çeteyan cihê di navbera gundê Bexdûş, Til Ehfer, Keser El-Mihrab û deverên din de guherandin. Her cihê em diçûnê em bi mehan lê diman. Her carê çeteyan jinên temen mezin û jinên ciwan ji hev cûda dikirin. Careke din em hemû li Mûsilê kom kirin. Heta vegeriyan hemû mêr kom kirin, çavên wan girtin û birin. Me bihîst ku ew birin mizgeftê. Paşê me agahî ji wan negirt. Jin di dibistanekê de kom kirin. Hinek ji wan firotin û yên din jî xistin erebeyan de û ber bi cihekî din ve birin. Ez di nava wan de bûm, bêyî ku em zanibin em bi kuve diçin. Tenê min ji çeteyekî fêm kir ku em gihiştine xaka Sûriyê.”

Necat wiha axaftina xwe domand: "Em gihaştin cihekî, me nedizanî ku ye. Tê bîra min ku em hemû di dibistanekê de kom kirin û wêneyên me kişandin, da ku li endamên xwe belav bikin. Em du mehan di dibistanê de man. Di her şevê de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê dihatin mizgeftê û jin dibirin. Dîmenekî pir ne xweş bû. Her çeteyekî zêdetirî 3 jin ji xwe re dibirin. Di wê dibistanê de zêdetirî 53 jin, 129 zarok hebûn. Careke din cihê me guhertin. Herî dawî em birin cihek bin erd.”

Necat bi jin û zarokan re 11 mehan di bin erdê de ma. Necat li hêviya mirina xwe bû, bêyî ku hêviyên wê yên vegerê, bi zarok û malbata xwe re weke berê bijî, hebe.

Necat piştî êş û zehmetiyên ji çeteyên DAIŞ`ê dît û firotina di sûkên koleyan de hêviya vegera li jiyanê winda kir.

Dema Necat bihîst ku hêzin hene soza tinekirina çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê û rizgarkirina hemû jinên Êzidî dane, bi taybet piştî avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD`ê hêviya wê çêdibû ku tevî hemû zehmetiyan jî lê wê li jiyanê vegere.

Di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de QSD`ê û YPJ`ê ku erka rizgaririna jinên Êzidî girtibû ser xwe zêdetirî 3 hezar jinên Êzidî rizgar kir, ew li malbatên wan vegerandin. Yek ji wan jinan jî Necat bû.

Zaroka  Necat, Rîşan Heyder a 8 salî, 3 birayên wê û bavê wê heta niha windayî ne û Necat li hêviyia vegera keça xwe û endamên malbata xwe ye.

Piştî êş û zehmetiyên zêdetirî du salan Necat Bapîr Xelef li malbata xwe ya li Şengalê vegeriya. Jiyana xwe li hêviya vegera malbata xwe berdewam dike. Niha Necat di firinekê de kar dike, da ku debara malbata xwe bike. Her wiha tev li Weqfeya Jinên Êzidî bûye, ji ber bawriya wê bi îradaya jinên Êzidî heye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din