Komkujiyên Erdogan ên li dijî gelan mîraseke kevn e

Dîroka gelên herêmê bi komkujiyên dewleta Osmanî dagirtî ye. Dîroka nûjen bi komkujiyên neviyên Osmanî, dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-Erdogan xwe dubare dike. Dewleta Tirk bi hinceta parastina ola îslamê û herêmê siyasetên xwe li ser gelên herêmê pêk tîne. Niha jî Erdogan siyasetên pêşiyên xwe temam dike.

Komkujiyên dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan ên li dijî gelên herêmê, ne nû ne. Ew mîrasa pêşiyên wî yên Osmanî ne. Lewre em dibînin her tim behsa wan dike û mîna qirkirin û komkujiyan pêk tîne.

Ji Filistînê… xapandina Tirkiyê û komkujiyên ji sala 1800`î ve

Her çendî ku Erdogan hewl dide bi rêya propagandayan cihê xwe di nava civaka Ereban de çêke û di encamê de bazirganiyê di doza filistînê de bike, lê dîrok rola pêşiyên wî ya dijminahiya filistîniyan diyar dike.

Hebûna Îsraîlê ya li ser axa Filistînê tiştekî ne tesadufe e, lê bi sponseriya Brîtanyayê û Osmanî hate plankirin. Ev plan ji sala 1800`î ve dest pê kir, heya ragihandina dewleta Îsraîlê di 1948`an de. Osmaniyan hişt ku Cihû axa filistînî bikire weke ku çolistan e. Lê dema sultanê Osmanî Ebdilhemîdê Duyemîn ji bo gelê Filistînê derbeya kujer bû. Ebdilhemîd roleke bingehîn di koçberiya Cihûyan ji Filistînê re lîst. 

Di sala 1920`an de dewleta Osmanî peymana Sîver mohr kir. Li gorî wê Filistîn da Brîtanyayê. Li ser wê Brîtanya di sala 1920`an de ragihand ku wê sependiya xwe li Filistînê ferz kiriye. Ji bo ku bi awayekî fermî bide Cihûyan.

Piştî ragihandina dewleta Îsraîlê li ser axa Filistînê di 1948`an de Tirkiyê ji yekemîn dewletên misilman ên ku bi Îsraîlê di 1949`an de îtîraf kiriye.

Ne tenê ev lê Erdogan piştî bûyera keştiya Marmara dest ji Xeza û daxwazên vekirina dorpêçê berda. Tevî wê jî hikumeta wî piştî çend gerên dan û standinan li gelek bajarên Ewropayê ji bo rûniştandina têkiliyan bi Îsraîlê re di 2016`an de peymanek mohr kir.

Di peymaneke sererastkirina têkiliyan de Tirkiyê îmze kir, di dawiya wê de nivîs "Quds paytexta Îsraîlê ye û Enqere paytexta Tirkiyê ye."

Misr dikeve nav planên Tirkiyê

Tişt ku di hişmendiya Osmanî û neviyên wê yên Tirk de sabît e û hatiye rûniştandin, xepandin û derewîna eşkere ye. ji zêdetirê nîv serdemî ve Misr di bin kontrola memalîk de bûn. Lê Osmaniyan bi zorê El-Xelîfa El-Mitewekêl (El-Xelîfa El-Ebasî) veguhestin Stanbolê ji bo ku xilafeta xwe ji Selîmê yekemîn re tawîz bike.

Piştre Osmaniyan bi serkêşiya Selîm bi hincetên parastina ola Îslamê û şeriatê ji bin zilma memalîkan û ji ber hevkariya wan di dewleta safewî (şîî) re yên ku wê demê şerê Osmanî dikirin, êrişî Misrê kir.

Ji bûyerên herî girîng ên wê demê şerê Murc Dabiq e. Di wê şerê de sultanê Memalîk Qinswe hate kuştin. Li wir rojê Osmanî derbasî Misrê bûn.

Dîroknasê misrî Mihemed Bin Iyas El-Henefî ayet û çîrokên zilmê yên ku Osmaniyan der heqê gelê Misrê de pêk anîne vedibêje. Li gorî vegotina wî di rojekê de 10 hezar kes ji gelê misrê hatin kuştin. Bin Iyas baldikişîne ku ne ji lutfa xweda bûye, gelê Misrê wê hemû bihatina kuştin.

Osmaniyan gelek komkujî der heqê Îslamê de pêk anîne heta gihaşt asta serdegirtina El-Ezher û mizgefta Ibin Tolon û El-Hakim. Her wiha mizgefta Şêxo şewitandin, gora hezetî Nefsiye xirab kirin û pê gora wê kirin. Li aliyekî din bac li zewac û berdanê ferz kirin. Ji ber wê di wê demê de zewac û berdan çênebûn.

Dema şoreşa Misrê di 25`ê Çileya 2011`an de destpê kiriye, Îxwan El-Muslimîn ferzend ji xwepêşendan girtin ji bo ku welêt kontrol bikin. Mihemed Musrî wek bernemztê xwe ji bo serokatiya Misrê pêşniyar kir, lê desthilatdariya wê wî dirêj nekir.

Neviyên Osmanî li ser şopa pêşiyên xwe heta piştî ku têk çûn meşiyan, dîsa fersend bi kar anî û şêniyên Misrê kirin hedef. Piştî hilweşandina desthilata Îxwan El-Muslimînan bûyerên terorîst li Misrê belav bûn. Terorsîtan gelên Misrê bi taybet ên Eqbat kirin hedef. Li Sînayê çalak bûn, ji ber wê hikumetê li dijî wan dest bi operasyonek ewlehiyê kir. Di gelek raporan de têkiliya Îxwanan bi Tirkiyê re li ser van bûyeran eşkere bûn.

Warên pîroz ên misilmanan ji kiryarên Osmaniyan nefilitîn

Ruxmî ku Erebistana Siûdî A wek welatê Heremeyn El-Şerîfeyn tê naskirin ji ber hebûna qubleya muslimînan( Meka), li rex Mizgefta Pêxember Mihemed a ku gorê pêxember tê de ye, lê ew jî ji kirinên imperatoriya Osmanê nefilitî.

Ji sala 1807`an ve şerê Osmanî li dijî Erebistana Siûdî destpê kir. Lê Osmanî nikarîn derbasî herêmê bibin. Ji ber wê Osmanî ragihand ku wê xelat bide her qebîleyekê li herêma Necid ku agahiyên girêdayî rêya gihaştina paytexta Siûdiyê, El-Diriye bide wan. Artêşa Osmanî di Îlona 1818`an de digihêjin paytextê û di encamên lihevanînekê de, mîr Abdullah ê mezin ji fermendarê artêşa Osmanî Îbrahîm Paşa re teslîm dibe. Piştre wî dibin Stanbolê cezayê darvekirinê lê tê birin û pêkanîn.

Navenda El-Mizmat a lêkolînan (navendekî Îmaratî ye) îşaret pê dike ku sultanê Osmanî hêzên Mihemed Paşa waliyê Misriê erkdar kiriye ku dewleta Erebistana Siûdî a yekemîn tune bike. Li ser wê hêzên Îbrahîm Paşa (kurê Mihemed Elî Başa) pêşketin û pêngava sêyemîn li dijî El-Diriye bi rêvebir. Îbrahîm Paşa di 9 mehan de piraniya herêma Necid heta kontrol kir, komkujiyên hovane der heqê mîr, zanyar, rêveberên civakê û heta şêniyan de pêk anîn. Piştre vegerî Misrê û di rê de jî her tişt weran ji kelehan, zeviyan sewal û hwd.

Lê ya  herî kirêt dimîne, azara gelê Erebistana Siûdî e bi taybet şêniyên Medîne El-Minewere ye di dema seferberlîk de. Bûyerên seferberlik di 1913`an de dema Osmaniyan li rex Alamnya amadekariyên şerê cîhanê ya yekemîn dikirin destpê kirin. Sultanê Osmanî yê wê demê Mihemed Reşad fermanek derxist tê de bang li tevahiya mêran dike yên ku temenê wan di navbera 15-45 saliyê de ku tev li erka parastinê ya neçarî ya Osmaniyan bibin. Wê demê azar li tevahiya welatên Erebî, muslimîn û xiristiyan ji bilî Osmaniyan dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyê yê niha Recep Tayyîp Erdogan her tim bi pozbilindî behsa serfiraziyên Osmaniyan dike û hewl dide vegerîne, lê ew kirinên Osmaniyan der heqê gelên herêmê de ji qirkirin, koçberkirina neçarî, guhertina demografiya wê, talankirina berhemên herêmê û veguhestina wê ji Stanbolê re ji bîr dike.

Erdogan bi rêya sloganên xwe û axaftina li ser muslimînan, hewl dide cihê Erebistana Siûdî bigire û cîhana îslamî bi rêvebe bibe. ji bo ku xwe wek sultanê herêmê ferz bike. Lew ra di vê dawiyê de Erdogan bûyera kuştina rojnamevanê siûdî Cemal Xaşiqcî di 2`yê Cotmeha 2018`an de li balyozxaneya Erebistana Siûdî li Stanbolê bi kar anî. Ji bo ku propagendaya xwe bike û hewl bide cihê Erebistana Siûdî di Rojhilata Navîn de têk bibe.

Iraq nimûneya xwîndar a şerên Osmanî ye… zêdetirî 40 hezar qurbanî

Li Iraqê jî sûcên dewleta Osmanî yên der heqê şîîa de gihaşt asta herî jor. Selîmê yekemîn li Iraqê şerê taîfî li dijî şîîa ragihand, piştî ku fetwayên cewaza kuştina wan derxist. Di encamê de zêdetirî 40 hezar şîî kuştin û gelek ji wan girtin.

Ji hovantirîn komkujiyên Osmaniyan der heqê şîî de bûyera Necîb Paşa li Kerbelayê ye ya sala 1842`yan. Ev bajar li hember siyaseta Osmanî ya zordest serî hilda. Ji ber wê Necîb Paşa yê ku bi hezkirina xwe ji xwîn rijandinê re dihat naskirin, bajar dorpêç kir û da ber topban, darên xurme birin û av li ser bajêr qut kirin. Piştî wê derbasî bajêr bû, şêniyên wê kuşt, talan kir û wêran kir heta ku ax bi rengê xwîn reng bû.

Mîna gelek dewletên Erebî, Iraq ji binpêkirinên Seferbelikê bê par nema. Adonis di pirtûka xwe de ya bii navê "Toza bajaran azarên dîrokê" wiha behsa Seferbelikê kir: "Ji destpêka xîlafeta Osmanî û heta îro pêşiyên me bi darê zorê  leşkerên kelepçekirî di şerên ku ne şerên wan in de mirin. Ji bo parastina dozên ne dozên wan in. Seferberlik ne nimûneya wê ya tekane ye. "

Tirkiyê bi rêya avakirina bargehên xwe yên leşkerî beşên ji axa Iraqê dagir kirine. Behsa 14 bargehên leşkerî û 4 bargehên istixbarata Tirkiyê li herêmên di bin kontrola Partiya Demokraîtk a Kurdistanê (PDK) li herêma Başûrê kurdistanê tê kirin. Di demên dawî de Tirkiyê li devera Başîqa ya li parêzgeha Musilê dagir kir û bargehek xwe tê de ava kir. Ev li gel dagirkirina DAIŞ`ê ji herêmê re pêk hat. Ev bargeha leşkerî ya Tirkiyê rolek mezin di piştgiriya DAIŞ`ê de di êrişên wê li ser bajarên iraqî de lîst.

Şam û Osmanî… kiryarên hovane û êşên giran

Piraniya taxên Şamê û cihên wê yên dîrokî, çîrokek ku beden li hemberê dilerize ku li ser şopa wê dimeşin eşkere dike. Li Qada Mercê ya li navenda paytexta Sûriyê Şamê, sariyek mezin heye. Ew sarî(stun) şahidê komkujiyên tirkan e. Ev sarî ji gelek serdema ve hatiye danîn û bûye şahidê hovantirîn komkujiyên ku der heqê siyasetmedarên muxalif de hatine pêk anîn ê ku bi navê (xazûq tê naskirin).

Di dirêjahiya 4 serdeman de ji zordarî, talankirin û binpêkirin diyar dibe ku tirk li ser sûcan mezin bûye. Dewleta Tirk her tim sûtanê baçan, talankirin û kuştinê bû. Kesek di bazirganî yan jî di pîşesaziyê de bi serneket, ji 1516`an ve heya derketina wan di 1918`an de para Şamê ji laneta wan pir bû.

Piştî şerê Murc Dabiq sala 1516`an yên ku memalîk tê de lihemberî Osmaniyan têk çûn, sultan Selîm derbasî Helebê bû. Tişta yekemîn kiriye, pereyên keleha Helebê û şêniyên wê talan kirin. Her wiha der heqê elewiyan de komkujiyek bi navê "Tel" tê naskirin pêk anî ya ku di encamê de hema bêje elewî li bajarê Helebê qir bûn. Di vê komkujiyê de artêşa Osmanî seriyên kuştiyan mîna girek li navenda bajêr bi 2 km li rojavayê keleha Helebê kom kir. lewra bi vî navî hate naskirin.

Hejmara elewiyên ku Osmaniyan li Heleb qetil kirin  40 hezar bûn . Lê hinek çavkanî behsa 90 hezarî ji jin, mêr û zarok dikin, yên mayî jî neçarî koçberiya ber bi çiyayê Lazîqiye ve bûn.

Axaftina li ser komkujiyên Osmaniyan li herêmê bi dawî nabin. Ruxmî derbasbûna bi dehan serdeman lê herêm hîna ji wê xîlafetê azar dikşîne. Ew kirin bi awayekî mezin dişibin kirinên neviyên wî Erdogan û aligirên wî.

Bi destpêkirina xwepêşendanan re Erdogan tevahiya derfetên xwe bi kar anî ji bo ku tevgera sûrî li gorî berjewendiyên xwe bi  kar bîne. Desteka ixwan muslimîn li ser hesabê opozîsyona nerm kir.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl da qada hegemoniya xwe li Sûriyê fireh bike careke bi hinceta DAIŞ û carekê bi hinceta parastina sînorên xwe. heta ku Enqere gelek bajar û bajarok li bakurê Sûriyê dagir kirin.

Komkujiyên Ermen û Suryanan nayên jibîrkirin

Ti gelek herêmê ji qirkirin û komkujiyên Osmanî nefilitîn. Erem, Asur û Kildan herî zêde para xwe ji hovîtiyê girtin, ku beriya derdora milyon û nîv salî bi şûrên Tirkiyê hatin serjêkirin.

Ermen, Suryan, Asur û Kildan ji wê salê her sal 24‘ê Nîsanê salvegera qirkirina ku desthilatdarên Osmanî li ser Xiristiyanan pêk anîbûn, bi bîr tînin ku di encamê de bi milyonan li welatên cîhanê derbeder bûn.      

Salên di navbera 1894-1896‘an Ermeniyan ji desthilatê Osmanî Ebdulhemîd ê Duyem xwestin reforemekê di siyaset, destûr û hilbijartin, îbtalkirina nejadiya li hemberî xiristiyan de çêke. Daxwaz rastî nerazîbûneke sultanê Osmanî Ebdulhemîd ê Duyemîn hat. Li ser vê daxwazê komkujiyeke "Komkujiya Hemîdiyê" li ser Ermenan pêk anî, di encamê de derdora 80 hezar kes bûne qurbanî. Komkujiyeke din a ku desthildarê Osmanî pêk anîbûn derdora 2 hezar jinên Ermenî di Katedralaya Urfayê de şewitandin.

Piştî ku Sultan Ebdulhemîd ê Duyemîn ji desthildariyê hate rakirin Osmaniyan êrişî ermenên li deverên cûda yên împratoriyê kirin. Di nava du rojan de 2 hezar ermenî li bajarê Edenayê hatin qetilkirin, herêmên din jî para xwe ji komkujiyê girtin.

Ji bilî van jî komkujiya Sêfo ya navdar bi navê "Qirkirna Asur û Qirkirina Suryan" tê naskirin. Ev komkujî piştî şerê cîhanê yê yekemîn hate meşandin. Ji ber ku desthildariya Osmanî bi zanebûn Xiristiyan kirin hedef, ew qetil kirin koçberî çolan kirin û mal û milkên wan wan desteserkirin.

Kurd hedefa domdar a sûcên Tirkiyê ne

Di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê dewletên dagirker û mêtîngerên Kurdistanê gelê Kurd di gelek qirkirina re derbasî bûn. Hovîntirîn komkujiyên ku li ser kurdan hatin kirin li ser destê împratoriya Osmanî û neviyê wê dewleta Tirk a dagirker e. Komkujiyên ku Tirkiyê bi destê çeteyên DAIŞ‘ê û komên çete li Şengal, Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne lê ser rêze komkujiyên dagirkeriyê zêde dibin.

Osmanî û neviyên wê Tirk salên di navbera 1574 û 1984‘an de di çarçoveya 22 şoreşan de gelek komkujî pêk anîne. Di encamê de bi hezaran bûne qurbanî, bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û bi milyonan ji warê xwe hatin derxistin û koçberkirin.

Li gel qirkirina fîzîkî ya ser gelê Kurd qirkirina çandî jî tê meşandin. Di Hezîrana 1927‘an de Meclisa Tirkiyê fermanek da, tê de hemû welatiyên li Tirkiyê û kêmnetewên olî û etnîkî tirkkirin. Li hemberî vê fermanê li gelek bajarên kurdan serhildan rabû, li dijî wan komkujî hatin kirin, yên herî navdar Dêrsim û Zîlan e.

Hikûmeta APK- Erdogan di sala 2015‘an di çarçoveya pêngava xwe ya  bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd û tinekirina têkoşînê wê de li ser sivîlên herêmên Sûr, Farqîn, Bismil, Cizîr, Slopî, Hezex, Nisêbîn, Kerboran, Gimgim, Gever komkujî pêk anîn.

Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînordar nema, lê belê çeteyên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin da ku sûcên xwe li wir jî pêk bînin, çeteyên wê ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê rastî berxwedaneke mezin hatin û hatin tinekirin. Erdogan bi destê çeteyên xwe DAIŞ‘ê li Başûrê Kurdistanê li ser kurdên Êzidî komkujî pêk anî.

Dagirkeriya dewleta Tirka a bi serkêşiya AKP-Erdogan sînaryoya li Şengalê lê bi navê romaneke nû di êrişên xwe yên hovane yên li ser kantona Efrînê de , pêk anîn. Di belgeyên ku hatin bidestxistinli herêmên sînor ên Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, qirkirina etnîkî, komkujî li ser gelê Kurd û tanalkirinê têne kirin.

Dewleta Tirk bi armanca qirkirinê û guhertina demografîk di 9‘ê Cotmeha îsal de êrişê li ser Girê Spî û Serêkaniyê ragihand. Di êrişê de çekên qedexekirî di nav de fosfora spî bi kar anîn û gelek komkujî kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din