Komên çete 2 gundên Hemayê ji nû ve vegerandin

Komên çete yên li Idlibê 2 gundên li Sehil El-Xabê û ji wê jî zêdetir parçeyek ji bajarokê Kefir Neboda yê bejahiya bakurê Hemayê ji nû ve vegerandin.

Çavkaniyên herêmî ji parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê ragihand ku komên çete 2 gundên Şerîa û Bab ên li Sehil El-Xabê ya bejahiya bakurê Hemayê piştî şerekî dijwar ku di navbera wan û hêzên rejîma Sûriyê de bi pişgiriya balafirên Rûsyayê rû daye, vegerandin.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan raber kir ku komên çete karî rêjeya ji sedî 70 ji bajarokê Kefir Neboda vegerînin. Her wiha 2 tank û 2 erebeyên leşkerî yên hêzên rejîmê li wê deverê rûxandin. Çavkaniyan dîmenên komên çete yên di hundirê bajarokê Kefir Neboda de jî şandin.

Li rexê jî çavkaniyan da zanîn ku komek ji endamên hêzên rejîmê li Kefir Neboda ji hêla komên çete ve hatine dîlgirtin. Komên çete rêbaza xwekujiyê bi kar tînin da ku ji nû ve gund û bajarokên bi piştevaniya balafirên Rûsyayê di bin serweriya rejîma Sûriyê de ne, vegerînin.

Heman çavkaniyan duh ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku 50 malbat ji herêma ku şer lê dibe ber bi kantona Efrînê ve ya ku Tirkiye û çeteyên wê ji 18’ê Adara 2018’an ve dagir kiriye ve, koç bûn.

Hêzên rejîmê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê çend roj e hemleya leşkerî li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê pêk tîne. Di vê derbarê de rejîm û Rûsya dibêjin ku hemle bi koordînakirina bi Tirkiyê re li vê herêmê pêk tê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din