Komên çete gundewarên Heleb topbaran dike: 1 mirî û 4 birîndar

Komên çete yên desteka xwe ji Tirkiyê digirin gundewarên bakurê Helebê yên di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê de topbaran dikin. Di encamê de jinek jiyana xwee ji dest da û 4 kes jê 3 zarok birîndar bûn.

NAVENA NÛÇEYAN

Çeteyên girêdayî dewleta tirk li ser bersiva bomebebarana hêzên rêjîmê yên li ser gundewarên Idlibê, bargehên rêjîmê yên li Nubul û Zehra yên bakurê Helebê topbar dike.

Di topbarana li ser bajaroka Nubul de, jina bi navê Salma Kerîm ya 70 salî jiyana xwe ji dest da, 4 kes ji malbatekî jê 3 zarok birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan kesên birîndar, "Fadil Reşîd Heman (45), Reşdî Fadil Hemam El-Umer (14), Mihemed Fadil Hemam El-Umer (7) û Hadî Fadil Hemam El-Umer (4).

Di heman demê de jî hêzên rêjîmê gundewarên Helebê, bajarê Kefer Hemra, Cumiyet El-Zehra, Endan ên gundewarên bakurê Helebê bombebaran dike.

ANHA


Mijarên Din