Komên çete êrişî gundên Helebê kir

Komên çete bi destekdayîna dewleta Tirk êrişî hêzên rejîmê yên li gundewarên rojavayê Helebê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku komên çete îro di saetên sibê de bi dijwarî êrişî eniya Kefer Helef a di bin serweriya hêzên rejîmê ya gundewarên rojavayê Helebê de kir.

Çeteyên Tehrîr El-Şam di êrişê de erebeyek bombebarkirî teqand. Her wiha Kefer Heleb û Mîrnaz bi dijwarî hatin topbarankirin. Di saetên derengiya şevê de di navbera her du aliyan de li eniya Şêx Damis, Rekaya Sicne ya gundewarên başûrê Idlibê de şerekî dijwar rû da û bi vê yekê hêzên rejîma Sûriyê hewl da li herêmê bi pêş ve biçe.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê êrişî gelek herêmên li aliyê rojava ji gundewarên Helebê û herêmên din ji bakurê Helebê kir. Hêzên rejîmê heta saetên sibê bajarê Idlibê û derdora wê bi moşekan topbaran dikir.

(bx)


Mijarên Din