‘Komên çete yên Tirkiye destekê didê, ji DAIŞ`ê xeternaktir in’

Di rûniştina duyemîn a komxebata navneteweyî ya der barê DAIŞ`ê de, aliyê leşkerî û ewlehiyê yê terora DAIŞ`ê, rola sereke ya destekdayîna dewleta Tirk di destekdayîna çeteyên DAIŞ`ê de hate nîqaşkirin. Axêveran got “Komên çete yên wekî El-Nusra û Ehrar  El-Şam ku Tirkiye destekê dide wan, ji DAIŞ`ê xeternaktir in.”

Îro serê sibê, rûniştana duyemîn a komxebata navneteweyî ya der barê DAIŞ`ê de, di roja duyemîn de dest pê kir. Di rûniştana duyemîn de, aliyê leşkerî û ewlehiyê yê DAIŞ`ê hatin nîqaşkirin.

Rûniştin, ji aliyê mafnas, siyasetmedar û rewşenbîran ve hate birêvebirin û navên wan jî wiha ne: Endamê Navenda Ewlehiya Nû ya Amerîkayê û analîzvanê yekemîn di Saziya James de û endamê Bernameya Ewlehiyê yê Rojhilata Navîn Dr. Nicholas Herras, emîdê berê yê Hêzên Taybet ên Siûdiyê ku mastira têkiliyên navneteweyî ji Zanîgeha Dirm Seed Bin Umer standiye, yek ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed û rojnamevan Zana Umer.

Di rûniştina duyemîn de, îşaret bi stratejiya leşkerî û taktîkên ku çeteyan di kiryarên xwe yên terorê li herêmê bi kar dianî, stratejiya DAIŞ`ê ya taktîkên şerê psîkolojîk û bikaranîna wê di şerê li herêmê de, rola dewleta Tirk û AKP`ê di hêsankirin û ferzkirina terora DAIŞ`ê, rola YPG, YPJ û QSD`ê di têkbirina DAIŞ`ê de hate kirin.

DAIŞ`ê sed hezar kes kirin leşker

Nicholas Herras di semînera xwe de, bal kişand ser erdnîgariya ku DAIŞ`ê li Sûriyê serwerî lê kiribû û hejmar û çawaniya kesên ku tev li xwe dikirin û got: “DAIŞ`ê ji sedî 40 ji axa Sûriyê dagir kir û zêdetirî sed hezar kes kirin leşker, ji wan 65 hezar biyanî bûn. Her wiha mehane du hezar endam pêşwazî dikirin. DAIŞ`ê bi rêya çapemeniya xwe ya tirsandina dijminên xwe û propagandayê tev li xwe dikirin.”

Herras got çeteyên DAIŞ`ê dest danî ser hemû xêr û berên xwezayî û mirovî li Sûriye û Iraqê û bi rêya ol û propagandaya ku dê xweş bîjin, êl û qebîle tev li xwe dikirin û wiha got: “DAIŞ`ê hêzeke ewlehiyê ya xurt ava kir.”

Nicholas da zanîn ku DAIŞ`ê di şerê xwe yê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, stratejiyeke nû bi kar anî, ew jî vekişandina ji gundan û bicihbûna li bajarên sereke, çandina mayînan, belavkirina sekvanan û bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî bû.

DAIŞ`ê ji bo têkbirina civakê, propagandaya çapemeniyê bi kar anî

Emîdê berê yê Hêzên Taybet ên Siûdiyê ku mastira têkiliyên navneteweyî ji Zanîngeha Dirm Seed Bin Umer standiye, semîner der barê rêbazên psîkolojîk ên ku DAIŞ`ê ji bo armancên xwe bi kar anî, da û ev tişt got: “DAIŞ`ê bi rêya propagandaya çapemeniyê yên wekî kuştina bi rêbazên hovane, kuştinên komî, bikaranîna rêbazên xwekujiyê, dîmenên hovane dan ku tirsê belav bikin, li ser toreyên tevna civakî belav dikirin û kolekirin, hewl da psîkolojiya civakê bişikîne. Bi van hemû kiryaran, civak tirsand. Lê tiştê herî xirab ku DAIŞ`ê kesên ku li dijî wê derdiketin digot ew ji ol derketine û ew dihatin kuştin û ew bi kufrê tawanbar dikirin.”

Rojnamevan Zana Umer îşaret bi hevpeymanên DAIŞ`ê bi hikumet û dewletên cîranên Sûriye û Iraqê û bi taybet destekdayîna dewleta Tirkiyê û AKP`ê û çawaniya keysbaziya Tirkiyê ji çeteyan re û bi taybet destpêka sala 2015`an ji bo derbekirina dijberê xwe yên hundirîn, ev derbe jî koordîneya bi îstixbaratên Tirkiyê re dikir.

Zana Umer di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê bi kar anî da ku bigihîje planên xwe yên Osmanî."

Umer rola berpirsên Tirkiyê ya sereke di tevgerkirina çeteyên DAIŞ`ê di bin navê îslamê de, her wiha hêsankirina derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re bi rêya sînorê wê piştî şerê Kobanê ku piraniya deriyên sînor li pêşiya derbasbûna çeteyan vekirî bûn, anî ziman. Umer destnîşan kir ku Tirkiyê çete di gelek mijaran de mîna gefên li ser dewletên Rojava bi awayekî her tim bi rêya vekirina sînoran ber bi rojava ve, bi kar anî.

Ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed jî semîner da û di destpêka semînerê de behsa tevgera gelêrî li Sûriyê, çawaniya ku tevgera gelêrî ji naveroka wê derxin û bikin aloziyeke dirêj, bi saya destwerdanên derve û di serî de Tirkiyê bi rêya destekdayîna wê ji komên çete re, çawaniya avakirina gelê herêmên Rojava ji xeta 3`yemîn re, dûrxistina ji şer û aloziya ku li herêmên Sûriyê ji ber derxistina tevgera gelêrî ber bi leşkerî ve, kir. Her wiha aliyên neyînî ji ber derxistina hinek komên şerker ji rêya ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve hatin perwerdekirin mîna çeteyên Cebhet El-Nusra paşê veguherîn DAIŞ`ê, diyar kir.

 Tolhildan armancên çeteyên DAIŞ`ê ji êrîşên li ser herêmên Kurdan û niştecihên wê bi hemû pêkhateyên xwe bi destekdayîna Tirkiyê anî ziman û got armanca wan hevgirtina nîştimanî û projeya demokratîk têk bibin.

Rojnamevanê Tirk Fehîm Taştekin bi rêya tevlêbûna xwe ji komxebatê re destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji hêsankirina derbaskirina DAIŞ`ê ji Sûriyê ku di asta yekemîn de derbeyê li gelê Kurd bixe û hemû derfet ji bo vê yekê bi rêya îstixbaratên Tirkiyê û derfetên wan ên leşkerî û lojîstîk bi kar anîn û wiha dewam kir: "Ev yek ji gelek sedeman hatin. Ji wan ku Erdogan ji tecrubeya demokratîk a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dibe ku bibe çareseriya aloziya Sûriyê û li Rojhilata Navîn belav bibe, ditirse."

Fehîm Taştekin diyar kir ku çeteyên Dirî Firat û piraniya komên ku destekê ji Tirkiyê digirin mîna El-Nusra û Ehrar El-Şam ji DAIŞ`ê ne baştir in, lê belê ji DAIŞ`ê xirabtir in, komên ku li Efrîn, Idlib, Cerablûs û Ezazê ne ji DAIŞ`ê xirabtir in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em zîhniyeta DAIŞ`ê tune bikin. Ji ber ku bi awayekî mezin li Tirkiyê hatiye belavkirin. Ev zîhniyet ne tenê xetereya li ser Sûriyê, lê belê xetereya wê li ser Tirkiyê jî heye."

‘Divê desteka siyasî berî ya leşkerî were dayîn’

Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd jî semîner da û got: “Diyar e ku çawa Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê şerê terorê kir û li hemberî êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîn, her wiha ewlehî û îstiqrara herêmê parast. Pêvajo ferz dike ku desteka siyasî bêhtir beriya ya leşkerî were dayîn.”

Nûrî Mehmûd bal kişand ser îhtîmala vegera çeteyên DAIŞ`ê û got: “Zemîna ku careke din çeteyên DAIŞ`ê vegerin ji aliyê destekdayînê û îdeolojîk ve hîn jî heye. Heta niha ev alî, zîhniyet û îdeolojî xetereyê li ser cîhanê bi tevahî çêdikin. Xwespartina aliyê leşkerî tenê têrê nake ku ev xetere rabe. Lewre divê aliyên siyasî û leşkerî werin yekkirin da ku planek ji bo tunekirina van metirsiyan bi awayekî dawî, were danîn. Bi vê yekê jî dê li herêmê îstiqrar û ewlehiya mayînde çêbe.”

(bx/kc)

ANHA


Mijarên Din