​​​​​​​Komîn dikarin rolek sereke di xweparastinê de bilîzin

Ji bo ku pêşiya belavbûna Koronavîrusê bê girtin, komîn dikarin rolekî bingehîn di perwerdekirina xweparastina ji Koronavîrûsê bilîzin.

Li Sûriyê hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde bûye.  Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê heta niha 847 kesên bi Koronavîrusê ketine belge kirine. Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine jî 46 in. Her wiha Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên bi pandemiyê ketine belge kir. Ji wan 2 kes baş bûne.

Lê bijîşk û çavdarên warê tenduristiyê ji daneyên hikumeta Sûriyê bi guman in û destnîşan dikin ku hikumet hejmara rastîn vedişêre. Bê guman ev mijareke lêkolîn û lêpirsînê ye.

Li herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de, paşdeçûna warê tenduristiyê, dorpêça li welêt hatiye ferzkirin, tunebûna derfetên tenduristiyê yên pêwîst, xemsariya şêniyan û rejîma Sûriyê ji bo girtina tedbîrên pêwîst, bû sedem ku hêjmara kesên bi vîrûsê ketine, zêde bibe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî ku Rêveberiya Xweser dem demê tedbîrên hişyariyê girt jî lê her roja ku diçe hêjmara nexweşên bi vîrûsê ketine zêde dibin.

Yek ji sedemên bingînên ku dihêle vîrûs belav bibe xemsariye. Divê biryarên ku komîteya tendûristiyê û Rêveberiya Xweser digire hem ji hêla gel, hem jî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hîn bi baldartir pêk bên û her kesek xwe ji vîrûsê biparêze.

Divê bê zanîn ku rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê piştgiriya warê tenduristiyê û amûrên tendûristiyê nakin.

Koronavîrus destpêkê di Kanûna 2019’an de li bajarê Wuhanê yê Çînê derket û piştre li gelek welatên cîhanê belav bû. Li gorî raporên fermî hejmara nexweşên pandemiyê li cîhanê gihaştiye 18 milyon 451 hezar 481 kesan. Jê 11 mîlyon 682 hezar û 765 nexweş baş bûne û 697 hezar 291 kes jî mirine.

Li Sûriyê di 21`ê Adarê de nexweşketina kesekî ku ji derveyî Sûriyê hatiye welêt, hate ragihandin. Li herêmên Rêveberiya Xweser di 17`ê Nîsanê de hate ragihandin ku kesek bi vîrusê ketiye.

Li gel sedemên ku me li jor hatine bi bîr xistin, çareserî di çarçoveya qedexeya derketin û pêkanîna rêgezên xweparastinê de maye. Ji bo wê di radeya yekemîn de komîn dikarin di vî warî de şêniyan hişyar û zana bikin da ku biryarên Rêveberiya Xweser dane, pêk bînin.

Komîn di projeya neteweya demokratîk de şaneya birêxistinkirî ya herî biçûk e. Li ser bingeha hevkarî, hevgirtin û hevpariyê ava dibe û di berjewendiya civakê de ye. Ji xwe erka komînan ji kolanan dest pê dike, li taxan û bajaran hevgirtina gel çêdike. Li hember tiştên ku zirarê didin gel têdikoşe. Ji ber wê jî divê her ferdekî civakê li ser bingeha zanabûnê perwerde û rêxistin bike.

Divê bê zanîn ku erka komîn û meclîsan li hember xeteriyên giştî yên li ser civakê erkên ne ji rêzê ne. Ger ku her kolanek, taxek, gundek, bajarok û bajarek li ser bingeha komîn û meclîsan xwe rast rêxistin bike, dikare li hember hemû xeteriyên li ser civakê di asta herî jor de erka xwe ya parastina civakê pêk bîne.

Ji bo vê divê kesek bê komîn nemîne. Yê ku li gorî qedexeyên ku hatine ragihandin tev negere divê di komînan de rewşa wan bê nirxandan û tedbîrên pêwîst li hember wan kesan were girtin.

Rêveberiya Xweser di asta jor de dikare kesên ku di komînan de rêvebertî û pêşengtî dikin, baş perwerde bike. Divê her kesek bikare bibe doktorê xwe. Da ku pêvajoya heyî derbas bike, rê li pêşiya belavbûna pandemiyê bigire û bandorên vê karesata tenduristiyê ya ku hindek maye pêk were, kêm bike.

Rêveberiya Xweser bi rêya komîteyên perwerdeyê yên girêdayî komînan dikare asta xeteriya vê pandemiyê û rêbazên xweparastinê fêrî şêniyan bike. Her wiha bi rêya komîteyên parastinê cewherî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dikare perspektîf û biryarên di vî warî de hatine girtin, li şêniyan ferz bike. Divê bê zanîn civakek bi rêxistinkirî dikare li hember hemû xeteriyan parastina xwe bike. Li hember vê civakeke bê rêxistinkirî her çiqas derfet di dest de hebe jî nikare hebûn û tenduristiya xwe biparêze, nikare xwe  ji mirin û têkçûnê xilas bike.

Her wiha Rêveberiya Xweser bi ferzkirina qedexeya derketina derve re, bi rêya komîteyên xizmetguzarî yên girêdayî komînan dikare pêdiviyên pêwîst ji her herêmekê re û heta ji malbatên xizan re peyda bike.

Lewra îro divê Rêveberiya Xweser piştgiriya komînan bike û pêş bixe da ku asta xemsariyê kêm bike, civakê zana bike û ji keraseta tenduristî di encama pandemiya Koronayê de ku hindek maye pêk were, xilas bike. Lê divê bê zanîn komîn ji saziyên bingehîn a Rêveberiya Xweser e. Têkiliya di navbera herdûyan de bi şêwazekî hevdû temamakirine. Nabe ku komîn bê tedbîr bin û çavê wan her tim li jor be da ku Rêveberiya Xweser ji jor de alîkarî bike, anku wan biparêze. Divê bê zanîn komîn çiqas bi rêxistinî û bi tedbîr bin, Rêveberiya Xweser wê ewqas serkeftî be, ji komînan hêz bigire û hêz bide komînan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din