Komên Filistînê kongreya Behreynê red kir

Komên Filistînê kongreya Behreynê û Hevpeymana Serdemê red kir

Berdevkê Tevgera Hemas Hazim Qasim got: "Rêveberiya DYA’yê angaşta xwe ya ku gelê Filistînê dê maf û pîroziyên xwe bi proje û pereyan bigurhere, berdewam dike. Ev jî di nîqaşa Jared Kouchner a xebitandina pereyan de di werşeya Behreynê de hat."

Qasim wiha lê zêde kir: "Gelê me di dirêjahiya şoreşa ya xwe serdemê de da ku xaka xwe ya dagirkirî,  avakirina dewleteke serbixwe ku paytexta wê Qudis e, şer kir û karwanên şehîdan, birîndar û dîlgirtî di vê rêyê de dan da ku armancên xwe pêk bîne."

Qasim wiha domand: "Gelê me dê têkoşîna xwe heta rizgarbûna ji projeya Cihû ya nijadperestî li ser xak Filistînê çiqaş qurbanî bide  jî, bidomîne."

Ji aliyê xwe ve jî, rayedarekî ji Tevgera Cîhad a Îslamî Cemîl Elyan got: "Werşeya(civîn) Behreyn  a aborî ya ku dê li peytextê Mename di rojên 25 û 26’ê vê mehê de li dar bikeve rûyê rasteqîn a nêrînên  DYA’yê û Îsraîlê yên çareserkirina pirsgirêka Filistînê eşkere dike. Her wiha dûrî doza Filistînê ji aliyên siyasî, maf û sepandinên gelê Filistînê li dar dikeve."

Elyan got: " Beşdarbûna vê civînê aliyên xwe yên fişarkirinê çi dibin bila bibin, sûcên exlaqî, niştîmanî, erebiyetî û siyasî pêk tîne û her wiha jî beşdarbûna erebî di vê komployê de li gel refa li dijî gel û xaka Filistînê sekandin e."

Di dawiyê de Elyan lê zêde kir ku komploya geşbûnê li hember aştiyê, xapandin e.

Girêdayî mijarê, Munîr El-Caxob serokê buroya Tevgera Fetih e wiha got: "Rêveberiya DYA’yê pêşniyara çareserkirinê bi bikaranîna pereyên erebî dike ku hêviyên siyasî yên gelê Filistînê têk bibe."

(fr)


Mijarên Din