Komîn û meclisên Minbicê ji nûve tên aktîvkirin

Ev 3 salin ku bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Şêniyan dest bi ji nûve sazkirina komîn û meclisan kirine, da ku karibin rola xwe bi awayekî baştir  bi cih bînin.

Armancên sereke yên komînê

Komîn şaneya herî biçûk û herî civakî ye. Her wiha bingeha sereke ya projeyea Netewa Demokratîk a ku xwe dispêre rêgeza hevkariyê, ye. Komîn di nav xwe de gelek komîteyan digire, jê; komîteyên aborî, civakî û perwerde û hwd. Ji armancên komînê pêxistina hejmendiya çandî, civakî, xurtkirina têkiliyên civakê li ser esasê hezkirin û biratiya gelan. Di heman demê de  civakê bi rêxistin û perwede dike û di her qadan de pêş dixîne. Armanca komînê avakirina civakeke exlaq û polîtîke.

Yekemîn car li Minbicê komîn û meclis hatin avakirin

Bi destpêka pêngava rizgarkirina gundên Minbicê re, Meclisa Sivîl li bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê rojhilatê Minbicê hate avakirin ku pêş çend rojan hatibû rizgarkirin. Meclisa ji rêgeza pergala hevserokatiyê digirt yekser dest bi xebatên rêvebirin û rêxistinkirina gundên rizgarkirî kir. Di vê çarçoveyê de komîn hatin avakirin. Komînan bi koordîneya meclisa sivîl xizmetên sereke ji welatiyan re peyda dikir.

Ji ber zexta li ser Meclisa Ebû Qelqe wekî gaveke demekî Meclisa Gundê El-Muhteriq ê başûrê rojavayê bajarê Minbicê, Meclisa Til Hozan ê başûrê bajêr, Xeta Heyê yê rojhilatê bajarê hatin avakirin. Her wiha meclisên Heyê û Meclisa Farat a bakurê rojavayê bajar, hatin avakirin.

Beriya ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê were damezirandin karê herî mezin û pir diket ser milê komîn û meclisan bi taybet di aliyê peydakirina xizmetan û çareserkirina nakokiyên civakê. Nemaze piştî wêranbûna ku çeteyan gihandibû binsaziya gund û taxan.

Komîna di pêkanîna xizmetan de gelek zehmetî dikişandin. Wekî gihiştina nan û madeyên din ên xwarinê, dabînkirina kehrebe li herêmên rizgarkirî. Peydakirina sotemeniyê û ard.

Endama Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê Ezab Ebûd behsa astengiyên ku komînan di destpê de dikişandin kir û got "Destpêkê beşek ji bajarokê Ebû Qelqel rizgarkiribû û beşê din di bin serweriya çeteyên DAIŞ‘ê de bû. Navçeya Heyê jî di heman rewşê de bû. Her kesek ku di Meclisa Sivîl de dixebitî xeterî li ser wî hebû. Li hin gundan komîna hatin avakirin. Li rexma ku çeteyên DAIŞ’ê pir nêz bûn. Her wiha gelek koçberên ku ji herêmên di bin serweriya DAIŞ‘ê de revîbûn, hebûn. Rêjeya niştecihan bilind bû û pêwîstiya wan bi madeyên sereke û xizmetguzariyê hebûn. Tevlî van astengiyan jî Meclisa Sivîl dikarî xizmetên sereke pêşkêşî welatiyan bike.”

Piştî rizgarkirinê li navenda bajarê xebatên rêxistinkirinê

Destpêkê 6 meclisên sivîl li bajar û gundan hatin avakirin. 4 li gundan û 2 li bajar. Piştî rizgarkirinê bi mehan Meclisa Sivîl li Heyê û Meclisa Gundê Yastê yê bakurê rojhilatê bajêr hatin avakirin. Li gundan Meclisa Ebû Qelqel û Meclisa Til Hozan. Bi demê re hejmara meclisan li gund û bajarê zêde bûn. 4 li gundan û 2 li bajrê û 500 komîn li gund û bajêr hatin avakirin.

Piştî serkeftina pêngava rizgarkirina herêma Minbic, avakirina meclisên Rêveber, Qanûnsaz û saziyên Rêveberiya Xweseriya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê her saziyekê mîsoya xwe pêk anî. Komîn jî vegeriyan rola xwe ya xwezayî ya rêxistinkirin û perwerdekirina civakê.

Di sala 2018‘an de anku piştî du salan ji rizgarkirina Minbicê komîn û meclisan bi rêya hilbijartinan, ji nûve hatin sazkirin da ku roleke xwe bi awayekî hîn çalaktir pêk bînin. Meclis ji gelek komîteyan pêk tê; Lihevanîn, Xizmetguzarî, Ciwan, Jin û Parastin pêk tê, her wiha erka dikeve ser milî wî bi cih tîne.

Piştî 3 salan

Endamê Rêveberiya Sivîl a Mibicê Abdulrehman El-Umer diyar kir ku niha bi rêya civînên amedekar ji şêniyan re amadekariyên ji nûve hilbijartin û sazkirina komînan dikin. El- Umer got: "Em lêkolîn dikin ku çarçoveya komînan berfireh bikin. Berê herî zêde ji 300 malbatî pêk dihat, ku bighêje 600 an 700 malbatî.  Her wiha komîte ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hatin avakirin. Ev komîte li bajar û gundan hatine belavkirin da ku civînên amadekar li dar bixin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar