Komîna Fîlm a Rojava mîrasa Yilmaz Gûney û Yekta Herekol e

Komîna Fîlm a Rojava di destpêka gavên sinemaya Kurdî de gavên xurt avêtin. Ji bo ku tovika yekemîn  a sînameya Kurd li Rojava datîne û dengê gelên herêmê bi rêya sînameyê bigihîne cîhanê.

Sînema, yanî Hunera Heftan di çarçoveya pêşketina teknolojî de di destpêka serdam 19`an de ava bû. Dîroka vedîtina navneteweyî ya amûra pêşandana sînameyê digihije 1895`an. Piştî wê Pîşeya Sînema pêşket û heta roja me ya îro pêşketina wê berdewam e.

Destpêka rastîn a sînemaya Kurd dema derhêner Yilmaz Gûney xelata Ringworm a mihrîcana Kan di 1982`yan de ji ber fîlma xwe `Rê` werdigire, bû.

SÎNEMA BERIYA ŞOREŞA ROJAVA

Çewisandin û zexta ku gelê Kurd li Rojava rastî wê hatiye, bi awayekî neyînî bandor li warê hunera sînema kir. Lewra mirov nikare behsa tecrubeya sînemaya Rojava beriya şoreşê bike. Her wiha çanda sînemayê bi giştî belav ne bûbû. Ev tişt di hejmara kêm a sînemayan de li bajarên Kurdî diyar bû. Ji bilî hinek sînemayan li Qamişlo û Amûde di salên 60 û 70`î de yên serdema borî. Her wiha holên sînemayê yên heyî hatin girtin an jî veguherî holên şahiyan. 

JI GUNDAN YEKEMÎN GAV HATIN AVÊTIN

Girêdayî pêvajoyên beriya avakirina Komîna Fîlm a Rojava Şêro Hindî damezrînerê komîn dibêje: "Beriya ku tîma Komîna Fîlm navenda xwe veke, komek kesên mereqên warê sînemayê serdana hinek gund û bajaran kirin, bi kesên ku berê têkiliya wan bi sînemayê re hebû nîqaş kirin. Piştre bi alîkariya sînemavanan ji beşên din ên Kurdistanê dest bi dewreyek perwerdeyê heya mehekê kirin."

YEKTA HEREKOL Û TÊKOŞERÊN DIN TOVIKA BINGEHÎN A DAMEZIRANDINA KOMÎNA FÎLM A ROJAVA DANÎN

Hindî di nav gotinên xwe de rola hejmarek têkoşeran di pêvajoyên destpêkê de destnîşan kirin. Hindî bal kişand ser ku wan têkoşeran tovika bingehîn a damerzirandina Komîna Fîlm danîne. Jê têkoşer û şanoger Yekta Herekol û gelek hunermendên din ên ku di vî warî de kar kirin.

Hindî diyar kir ku ji bo kesên di warê sînemayê de dixebitin, divê destpêkê xebatkarên  û temaşeker jî were perwerdekirin. Hindî got ji ber wê pêwîst bû peymangehên sînema û saziyên girêdayî wê bihatana vekirin. Tevî şer û dorpêçê, di 27`ê Adara 2015`an de Akademiya Yekta Herekol hate vekirin. Di akademiyê de beşek sînema heye. Bi dehan ciwan û zarok di warê sînemayê de hatin perwerdekirin.

AVAKIRINA KOMÎNA FÎLM A ROJAVA

Komîna Fîlm a Rojava li bajarê Dibêsiyê yê herêma Cizîrê di 14`ê Tîrmeha 2015`an de hate damezirandin. Piştre navendên komînê li Efrîn di sala 2016`an de, li Kobanê di 2018`an de û herî dawîn li bajarê Qamişlo hate vekirin.

Komîn ji sê beşan pêk tê; pêşendan fîlman û teşwîqkirina çanda sînemayê li Rojava, beşa perwerdeyê û beşek taybet bi berhemkirina belgefîlman.

Beşa Perwerdeyê di dirêjahiya du rojan de 20 xwendekar ji hêla kesên pirsporê warê sînemayê perwerde kirin. Piştî bidawîbûna perwerdeyê xwendekaran 17 kurte film di nav de du belgefîlm derandin.

Beşa berhemkirina belgefîlman, fîlma Ji bo azadiyê ku tê de 300 kes lîstin amade kir. Tevî fîlmek girêdayî berxwedana Kobanê û çanda stranan li Şengalê.

Komînê ji destpêka vekirinê ve, gelek film derandin jê `Darên bi tenê`, `Em zarok in`, `Hezkirin di rûyê qirkirinê de` tevî belgefîlmek girêdayî komkujiyên li dijî gelê Şingalê pêk hatine.

Bi piştgiriya Navenda Welat a Çand û Hunera Demokratîk Komîna Fîlm a Rojava stranên bi dîmen û şoreşgerî di dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kişandin.

FÎLMÊN KOMÎNA FÎLM LI SER ASTA CÎHANÎ TÊNE PÊŞENDAN

Komîna Fîlm gelek fîlmên girîng amade kirin. Ev film di gelek mihrîcanan de hatin pêşendan jê fîlma Ji bo azadiyê.

Girêdayî fîlmê endama rêveber a Komîna Fîlm Safînas Ebdikî got: “Fîlma Ji bo azadiyê, behsa çîroka 100 rojên berxwedana şêniyan û têkoşeran li bajarê Surê-Amed li bakurê Kurdistanê li dijî arêtşa Tirk dike. Film di gelek mihrîcanên cîhanî de hate pêşendan di nav de Mihrîcana Calcutta ya Hindistanê.”                                                                                                           

FÎLMA BAJARÊN WÊRANKIRÎ XELATA FÎLMA HERÎ BAŞ DI MIHRÎCANA MEXICO DE WERGIRT

Ji fîlmên ku xelatên cîhanî wergirtine, fîlma Bajarên wêrankirî. Komîn Fîlm tevî xwendekaran film derandin. Film di Mihrîcana Mexico sala 2018`an de hate pêşendan û xelata fîlma herî baş wergirt.

Endama rêveber a Komîteya Mihrîcanan a Komîna Fîlm a Rojava Safînas Ebdikî got: "Piştî 5 salan ji karê domdar, ruxmî astengiyan, lê fîlmên me bi saya şoreşê û kedên kesên têkildarî warê sînemayê  êdî li tevahiya dewletên cîhanê têne pêşendan."

KOMÎNA FÎLM ARMANC DIKE DENGÊ GELÊ KURD BIGIHÎNE CÎHANÊ

Endamê rêveber Şêro Hindî got: "Komîna Fîlm armanc dike bi rêya hilberîna sînemayê dengê gel me bigihîne cîhanê û cîhan bi pirrengiya çandî li herêmê me bide nasandin."

Hindî wiha domand: "Dema kesên têkildarî warê sînema serdana Rojava kirin, beşdarbûna şêniyan ji bo li fîlman bê pere temaşe bikin, bala wan kişand. Ew jî li welatên din tune ye."

SÎNEMAGER FÎLMÊN XWE DIŞÎNIN ROJAVA

Komîna Fîlm a Rojava ji destpêka 2016`an ve sê mihrîcanên cîhanî girêdayî sînema orgenîze kir. Ya yekê di 13`ê Mijdara 2016`an de bi rasthatina salvegera şewata sînema Amûde bû.

Girêdayî wê Safînas Ebdikî got: "43 fîlm ji nav 70 fîlm ji dewletên cîhanê yên cuda û beşên Kurdistanê tev li mihrîcana yekemîn bûn. Di mihrîcana duyemîn de 300 fîlm ji tevahiya cîhanê tev lê bûn. Mihrîcan derbasî pêvajoya pêşbirkê bû."

Di sala sêyemîn de Komîna Fîlm a Rojava mihrîcana xwe bi navnîşan Mihrîcana Kobanê ya Navneteweyî diyarî berxwedana Kobanê. Tê de herî kêm 80 fîlm ji bingeha 400 fîlm ku ji dewletên cîhanê yên cuda ji komîteyê re hatine şandin, hatin pêşendan.

ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BÛN SEDEM KU ÇAREMÎN MIHRÎCANA KOMÎNA FÎLM A ROJAVA RAWESTE

Berpirsên Komîna Fîlm dibêjin ku ew amadekariyên lidarxistina Çaremîn Mihrîcana Komîna Fîlm bi dirûşmeya `Gelek çand û reng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava piştî tunekirina DAIŞ`ê bi azadî dijîn` di sala 2019`an de dikirin, lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mihrîcan lidar neket.

EM Ê CAREK DIN JI CIHÊ KU RASTÎ ŞIKANDINÊ HATINE DESTPÊ BIKIN

Girêdayî plan û projeyên pêşerojê yên Komîna Fîl a Rojava Safînas dibêje: “Em hewl didin mihrîcana 2020`an li Sînema Amûde lidar bixin, cihê ku em tê de rastî şikandinê hatin. Em ê carek din ji wir destpê bikin. Em ê mihrîcanê di boneya salvegera şewitandina sînema Amûdê de lidar bixin. Da ku bibe yekemîn sînemaya li Rojava. Mihrîcan wê bi piştgiriya hinek saziyên têkildarî sînema lidar keve.”

Komîna Fîlm hewl dide hinek fîlman mîna Stranbêjên Şingalê û Jin War bişînin mihrîcanên navneteweyî. Her wiha amadekariyên sînaryoyên du fîlmên girêdayî êrişên Tirkiyê û nasnameyê.

Komîna Fîlm a Rojava bi koordîneya desteya perwerdeyê hewl dide sînema tev li materyalan bike. Tevî ku di havînê de bi piştgiriya mamosteyên ji derve, Rojava û Kurdistanê  dewreyên perwerdeyê vebike da ku hejmara tîma Komîna Fîlm zêde bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din