Komînên Qamişlo cereyên gazê li şêniyan belav kirin

Ji bo ku şênî kom nebin, komînên bajarê Qamişlo bi hevkariya meclisa navçeya dest bi belavkirina cereyên gazê li şêniyan kir.

Wek tedbîrek hişyariyê ji bo ku rê li pêşiya belavbûna vîrusa Korona bê girtin, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adarê de qedexeya derketina derve li herêmê ragihand. Qedexeya derketina derve wê heya 15 rojan be, dibe ku dema wê were dirêjkirin.

Biryara qedexeya derketinê, dikanên madeyên xwarinê, sûkên sebzeyan û firine di nava xwe de nagire. Her wiha rêveberiyê bang li şêniyan kir ku kom nebin.

Di çarçoveya pêkanîna biryarên Rêveberiya Xweser de, meclisa bajarê Qamişlo bi koordîneya komînan dest bi belavkirina cereyên gazê li şêniyan kir. Her komînek belav dike da ku şênî kom nebin.

Ji bo vê mijarê, di her komînê de komîte hate avakirin. Komîte serdana malan dike, navên kesên cereyên gazê dixwazin tomar dikin. Roja din cere li gorî hejmara hatiye tomarkirin bi rêya peywendiya bi şêniyan re têne belavkirin ji bo ku şênî lihev kom nebin.

Meclisê bang li şêniyan kir ku pêwîste biryarên hatine derxistin û tedbîrên hatine girtin pêk bînin. Her wiha diyar kir ku ew ê hewl bide tevahiya pêdiviyên şêniyan peyda bike.

Ji aliyê xwe ve şêniyan spasiya meclis û komînan kir û gotin ku ew êbiryarên ku aliyên têkildar dane tînin cih.

(şx)

ANHA


Mijarên Din