Di 15′ê Sibata 1999′an de bi komployeke navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenya Nairobi hate revandin. Piştî hêzên komploger nas kirin ku ku bi dîlgirtina Rêber Ocalan armancên komployê pêk nehatin, serî li rê û rêbazên cuda dan da ku komployê temam bikin.
Komplo bi rêya êrişên qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî li Kurdistan û hemû deverên ku Kurd lê tê dikoşin ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin, dewam dike.
LI BAKURÊ KURDISTANÊ OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
14′ê Nîsana 2009′an desthilatên Tirkiyeyê hevserokên partiyên DTP, BDP′ê û hevserokên şaredarî, sandîka, xwendekar, jin û parêzvanên mafên mirovan girtin.
6′ê Nîsana 2010′an dewleta Tirk giliyeke dozgerî li dijî 30 endamên Koma Aştî û Çareyseriya Demokratîk rakir û xwest ku cezayê girtinê yê 490 sal li wan were birîn. Desthilatên Tirkiyeyê di 28′ê Kanûna 2011′ê de bi balafirên şer komkujiyek li dijî zarokên Roboskî pêk anî ku di encamê de 17 zarokan jiyana xwe ji dest da.
22′yê Mijdara 2011′an, desthilata Tirkiyeyê 36 parêzerên ku di navbera 2010-2011′an de bi Rêber Ocalan re civiyabûn, binçav kirin. Parêzer nêzî 30 mehan hatin girtin, dûre hatin berdan.
Ji Tebaxê heta Îlona 2015′an, dewleta Tirk di topbarana li dijî bajarên Gever, Sûr, Şirnax, Nisêbîn û Cizîrê de, bi sedan kes qetil kirin. Tenê li Cizîrê 76 zarok qetil kirin. Di heman salê de 28 siyasetmedar, parlamenter, hiqûqnas û rojnamevan ji ber "doza komploya Kobanê" binçav kirin. Di 2016′an de jî zêdetirî 5 hezar enamên HDP′ê girtin.
PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ
Piştî dagirkeriya Amerîka li Iraqê di 2003′yan, PDK bi şêweyekî mezin ji hêla dewleta Tirk a dagirker û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hat bikaranîn da ku bi tenê li ser desthilatê bimîne û dest danî ser hemû navendên biryarê li Başûr. Da ku partî û aliyên din ên siyasî yên Kurd paşguh bikin, saziyên siyasî, leşkerî û aborî bi partî û malbata Barzanî ve were girêdan, çi guhartina demokratîk asteng bike û gelên demokrasîxwaz ên herêmê hedef bigire.
Bo nimûne, li Şengalê ku çekdarên PDK′ê reviyan û şerê DAIŞ′ê nekir, her wiha piştî ku êzidiyan di 2015′an de Rêveberiya Xweser ragihand, PDK`ê bi hevkariya hikumeta Iraqê bi rêya Peymana 9′ê Cotmeha 2020′an dest bi hedefgrtina Şengal û êzidiyan kir da ku berjewendiyên dewleta Tirk ku nikarî armancên xwe bi rêya DAIŞ′ê pêk bîne, pêk bînin.
PDK roleke îstîxbaratî û ewlehî ji bo hedefgirtina kesayetên siyasî û şoreşger li herêmên di bin serweriya xwe de dilîze, şoreşgeran dişopîne û agahiyan dide dewleta Tirk a dagirker.
Dewleta Tirk a dagirker di 3 salên borî de gelek têkoşer li Başûrê Kurdistanê şehîd xistin.
Balkêş e ku şehîxistina şoreşgeran hemwextî serdana rayedarên Tirk ji Hewlêrê pêk dihat.
Herî dawî, dewleta Tirk a dagirker çalakger, akamdemisyen û endama navenda Jineolojî Nagîhan Akarsel di 4′ê Cotmeha 2022′yan de şehîd xist. Beriya wê jî cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî di 17′ê Hezîrana 2022′yan de bi balafireke bêmirov a Tirkiyê li Silêmaniyê şehîd xistibû.
SÛRIYE
Piştî ku Rêber Ocalan di 9′ê Cotmeha 1998′an de ji Sûriyeyê derket, komplo bi îmzekirina peyama ewlehiyê ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de di 20′ê Cotmeha heman salê de, berdewam kir.
Li gorî peymanê, dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dikare derbasî xaka Sûriyeyê bibe û bi kûrahiya 5 kîlometreyan êrişan pêk bîne.
Piştî Serhildana Qamişlo di 2004`an de, hikumeta Şamê xwepêşandanên ku banga çareserkirina doza Kurd li Sûriyeyê dikirin, çewisandin, welatiyên Kurd girtin û qetil kirin, di nava wan de rêveber û siyasetmedarên PYD′ê jî hebûn.
Di Cotmeha 2010′an de dewleta Tirk û hikumeta Şamê li dijî tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û PYD′ê li hev kir û xwestin wan tesfiye bikin. Herdu rejîman di 21′ê Kanûna 2010′an de Peymana Meclisa Hevkariya Stratejîk îmze kir.
Bi destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û avakirina zemîna Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk ya Rêber Ocalan, hêzên herêmî, navneteweyî û hikumeta Şamê hewl da bi rê û rêbazên cuda şoreşê tesfiye bike û têk bibe.
Di 15′ê Îlona 2014′an de dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ′ê bi ser Kobanê de şandin û dest bi êrişan kir. Lê bi têkçûna komên çete re dewleta Tirk a dagirker bi xwe destwerdan kir û xwest tola DAIŞ′ê hilîne.
Di 20′ê Çileya 2018′an de jî dewleta Tirk a dagirker bi çekên pêşketî, gazên jehrî, êrişên asîmanî û bejahî êrişî kantona Efrînê kir. Li hember wê gelê Efrînê 58 rojan berxwedanek bêhempa raber kir. Di encamê de di Adara heman salê de Efrîn hate dagirkirin.
Di 2019′an de, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bajarên xwe parastin û çeteyên DAIŞ′ê li cihê wan ê herî dawî (Baxozê) di 23′yê Adara 2019′an de têk birin. Hemwextî salvegera komploya navneteweyî, di 9′ê Cotmeha 2019′an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrişeke din a dagirkirinê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî.
Îro jî, Rûsya dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê li hev tîne da ku peymana Edene ya ewlehiyê nûjen bikin û qirkirina Kurdan dewam bikin.
EWROPA
Têkoşer û şoreşgerên Kurd ên li Ewropayê ne dûrî çavên dewletên komploger bûn. Di 9′ê Çileya 2013′yan de têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz ji hêla îstîxbarata Tirkiyeyê ve li Parîsê hatin qetilkirin û heta roja îro ew doz nehatiye ronîkirin.
Ew sûc bi destê Omer Gunay û MÎT′ê pêk hat. Omer Gunay piştî bûyerê bi çend rojan hate girtin û ji hêla dewleta Tirk ve di girtîgehê de hate kuştin da ku doz were girtin û sûc were nixumandin.
Di demekê de ku Kurdên li Parîsê amadekariya bîranîna salvegera 10′an a şehîdxistina her sê têkoşeran dikir, par di 23′yê Kanûnê de 3 têkoşerên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Herdu komkujiyên Parîsê hê jî nehatine ronîkirin.
ASTA NAVNETEWEYÎ
Di asta navneteweyî de, hîna hêzên hegemon qetilkirin û qirkirina Kurdan bi rêya hiştina PKK′ê di "lîsteya terorê" de, rewa dikin.
Dewletên komploger û YE ji 2003′yan de bi îsrar in ku PKK′ê di "lîsteya terorê" de bihêlin, ruxmî ku gelek dadgehan biryar da ku PKK′ê ne "rêxistinek terorîst" e. Ji bilî wê jî PKK′ê di têkbirina DAIŞ′ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê rolek mezin lîst.
(fr)
ANHA