'Komployê dengê rastî û azadiyê hedef girt'

Meclisa Kantona Şehbayê û Yekitiya Mamosteyan a Herêma Efrînê bi 2 daxuyaniyan destnîşan kir ku komploya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, ji bo tepisandina dengê rastî û azadiyê bû.

Meclisa Kantona Şehbayê û Yekitiya Mamosteyan a Herêma Efrînê 2 daxuyaniyên cuda di salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de weşandin.

Bi dehan endam û rêveberên meclisa kantonê û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Herêma Efrînê beşdarî xwendina daxuyaniyan bûn.

Endamê meclisê Mihemed Elo daxuyaniya Meclisa Kantona Şehbayê li navenda navçeya Fafînê xwend û piştre daxuyaniya Yekitiya Mamosteyan a Herêma Efrînê li Kampa Serdemê bi zimanê kurdî Ronahî Oso û bi zimanê erebî Avdar Dilxwaz xwend.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:

"Komplo bi daxwaza dewletên li ser Rojhilata Navîn hegamon in, pêk hat, da ku dengê rastî û azadiyê bitepisînin. Lê belê komplo li wan vegerî. Ji ber ku doza Kurd ji çarçoveya herêmî ber bi çarçoveya navneteweyî ve bir û her wiha deriyên azadiyê li gelê li Rojhilata Navîn jî vekirin.

Ev komplo bi hedefa sînordarkirina gelê kurd piştî ku rêberê gelê Kurd ji xefletê hişyar kir û ber bi xewna azadî û rûmetê ve bir, pêk hat. Ew jî bi sedema bilindkirina nêrîna şofînî ya dewleta Tirk a ku bi hebûna kurdî itîraf nake, ye.

 

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/13/115306_105810_sihba-daxiyane-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.jpg

Salan sepand ku fikra rêber Abdullah Ocalan banga azadî û wekheviyê kir û bû kevirê astengiyê li pêş van dewletên ku agirê şerê etnîkî, mezhebî û qewmî li dar xist û li tevahî dewletên Rojhilata Navîn belav bû. Tiştê li herêmên me, bi taybet li Sûriyê rû dide, berdewama vê komployê ye ku hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan hatiya erkdarkirin û bakurê Sûriyê dagir kiriye. Her wiha bi wê re pêkhateyên gel derbe dike û li hember hev bi kar tîne. Lê belê tevahî hewldanên wî li pêş berxwedana gel bi rêya dorvegera li QSD’ê û avakirina yekitiya neteweyî, bi bin ketin.

Li aliyekî din jî berdewama ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Ocalan ew e ku hikumeta AKP’ê nehêle Abdullah Ocalan gel bibîne û ew bergirî di tu qanûnan de tune ye. Her wiha berdewama ferzkirina tecrîdê li dijî rêbertî binpêkirina tevahî qanûnên mafên mirovan e.

Em wek Yekitiya Mamosteyan û Meclisa Kantona Şehbayê komploya li dijî rêberê gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin û dem hat ku serokatî bê berdan. Ji ber ku nûnertiya hêviya gelan dike."

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din