KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DIDOME-1

Rêber Ocalan: Diviyabû sedemên mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirta

Rêber Abdullah Ocalan ku ev 22 meh e bi tu awayî agahî jê nayên wergirtin, di pareznameyên xwe de têkildarî sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê dibejê “Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirta û her çi qasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikira ku mirov dikare bibe xwediyê jiyaneke mezin.”

Rêber Abdullah Ocalan di pareznameyên xwe yên bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” de, di pirtûka 5`an (Parastina Kurdên di nava Pencê Qirkirina Çandî de-Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk) de di bin sernavê “Li ser jiyana min a li girtîgeha girava Îmraliyê” de, behsa şertên zindana Îmraliyê, sûc û berxwedana xwe dike. Di wê beşê de hin nirxandinên wî em parve dikin.

“Heta niha di tevahî parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên xwe yên devkî de zêde behsa jiyana xwe ya şexsî nekir. Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û pirsgirêkên bi îdareya girtîgehê re, sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike û vê bi tenê li ser min pêk tîne. Min heta niha behsa vê nekir û min neanî ziman ku ez çawa li hemberî vê li ber xwe didim. Ez yeqîn dikim ku yek ji mijara herî zêde kakûnî û meraqê qê tê kirin, ev e. Anku meraq tê kirin ku ez li hemberî vê tenêtiya mutleq û sekantiyê çawa li ber xwe didim.

Ezmûna min a jiyanê di vî warî de cihê meraqê ye. Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku wek zana dihat qebûlkirin, hal û hereketên min şopandibûn û ez hê ji bîr nakim, gotineke wiha gotibû: “Lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîwa heye?” Çawa ku tê zanîn, civak elementek e ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî kesekî wisa bi hereket bûm û di cihê xwe de nedisekinîm. Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana bi her halî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidin û bi cezayekî giran ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreyeke yekkesî de dozdeh salên xwe temam kirin.

NERIZÎNA MIN, WÊ ZÊHN Û ÎRADEYA MIN DIYAR BIKIRANA

Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîdkirinê jî bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne, bêhtir dibe. Her wiha di dema destpêkirina kalbûnê de ez anîm giravê. Demeke dirêj ez di kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de girtim. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke yek kanalî derfetên min ên têkiliyê bi derve re tune ne. Bê guman mehê carekê hevdîtinên nîv saetî yên bi xwişk û birayan re û bi bihaneya rewşa hewayê ya nexweş gelek caran pêk neyê jî, hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re cîhana min a têkilîdanînê pêk dianîn. Hemin ez van hêmanên têkiliyê piçûk nabînim, lê ji bo mirov xwe li ser pêyan bigire têrê nakin. Li ser piyan mayîna min û nerizîna min, dê zêhn û îradeya min diyar bikirana.

HÛN Ê ÇAWA BIKARIN BI MÎLYONAN KESÎ DI ODEYEKE TENG DE BIGIRIN!

Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ku ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû pêk hatibû.

MIN XWE DI QADÊN CIVAKÎ YÊN AZADIYÊ DE BI AWAYEKÎ HELANDIBÛ

Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji hevriyên li zindanê ji beşekî mezin nameyên wan pir kêm ên di kontroleke hûrûkûr re derbasbûne û ji bilî çend îstîsnayan hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî tecrîda rê li ber vekiriye, rave bikin. Lê rewşa min aliyên xwe yên xweser hene. Ez ew kes im ku min bi Kurdan gelek gavên ji wan re cara pêşî bê gotin dabû avêtin. Ev gavavêtinên nîvcomayî hemû ji bo jiyaneke azad pêk bên bivênevê hewce bûn. Min bi her kesê ji gelê me, der barê her qada civakî de gava pêşî dabû avêtin, lê min nikarîbû wan bisipêrim dest û şertên ewle. Evîndarekî bifikirin: Ji bo evîndara xwe ya pêşî gav avêtiye, lê kêliya wê karibe wê himbêz bike destên wî li hewa dimînin. Di qadên civakî de gavavêtinên min ên ji bo azadiyê jî timî li hewa mane. Min xwe di qadên civakî yên azadiyê de bi awayekî helandibû. Ji ‘min’ zêde tiştek jî nema bû. Ji aliyê civakî ve pêvajoya zindanê di demeke wisa de dest pê kir.

Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî min radigirim. Hêmanên sereke divê di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de neyên pirsîn. Ya diyarker ew e, divê ez xwe ji bo şert û mercên tecrîdê îqna bikim. Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirta û her çi qasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikira ku mirov dikare bibe xwediyê jiyaneke mezin.

Dema mirov bi vê fikrê rabe, serê pêşî divê behsa du têgînên sereke bikim. Ya pêşî, der barê statuya civakî ya Kurdan de ye. Ez wisa difikirîm: Ji bo ez jiyana azad bixwazim, divê civaka ez endamê wê me azad bibe. Ya rastî, bêyî azadbûna civakê azadbûna ferdî nedibû. Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin tu cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî naynim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim. Ya diduyan, ji bo bi awayekî tam serwextbûna li têgînê, hewcedarî bi girêdana pêvaneke exlaqî heye.

Divê tu xwe serwext bikî ku jiyan ji sedî sed bi girêdana bi civakekê re dibe. Yek ji têgihiştina girîng a modernîteyê afirandiye û pê ferd îqna kiriye ew e, bêyî girêdana civakî ferd dikare bijî. Ev îqna vegotineke qelp e. Ya rastî, jiyaneke bi vî awayî tineye, lê weke rastiyeke ferazî ya hatiye çêkirin didin qebûlkirin. Mirov ji vê pîvanê mehrûm bibe, ev tê wê maneyê ku exlaq jî ji hev de ketiye. Li vir heqîqet û exlaq di zikhev de ne. Kengî civaka exlaqî ji hev de ket û têkiliya wê bi têgihiştina exlaqî re qut bû, hingê ferdperestiya lîberal dikare pêk bê. Di serdema me de weke şêweyê jiyanê yê serdest tê pêşkêşkirin û ev rastiya wê îspat nake.

EZ XWEDÎ ŞÊWAZEKE JIYANÊ ME, JÊ RE RASTIYA ŞOREŞGERÎ TÊ GOTIN

Di şert û mercên zindanê de bi qasî ku min dixwest, min karîbû şoreşên heqîqetê yên rojane bikirana. Hewce nake ku ez bibêjim, hêza berxwedanê ya ev yek dide tu tiştekî din nikare bide. Bihêzbûna têgihiştina li heqîqetê bandora xwe di warê pêşxistina çareseriyên pratîk de jî nîşan da.

Der barê jiyana min a li Îmraliyê de pirseke din a gelê me bersiva wê meraq dike ev e, heye ku ez ji zindanê derketim, ez ê li ku û çawa bijîm. Ez ew kes nînim bi pey xeyalan bikevim. Divê baş were zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê me, jêre rastiya şoreşgerî tê gotin. Ne jiyana min a piştî derketineke muhtemel, xeta min a jiyanê ya ji zarokatiyê ve dikare bersiva pirsên bi vî rengî baştir bide. Ez hînê di bin deh salî re bûm ‘serîrakirinên min ên pêşî’ li dijî otorîteya malbatê dest pê kirin. Ji bo vê mijarê delîlên girîng di van serîrakirinên min ên pêşî de hene. Ez hê ji wê demê ve isyankarekî bi tenê bûm. Min hewl da nerazîbûna xwe ya ji civaka gund û bajêr di parêznameya xwe de car caran di hinek beşan de bînim ziman. Kesên pêwendîdar dikarin têde pirs û bersivên wan ên lê digerin bibînin.

JIYANA MIROV KENGÎ AZAD BIBE MANEYEK XWE HEYE

Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne. Mirov bibe gerîllayê azadiyê ev tê wê maneyê ku mirov di asta herî jor de erkên xwe yên exlaqî û polîtîk der barê civakbûyînê de bi cih tîne; bi bîrewerî û exlaqî li ser vê erkê ye; ji bo azadbûyînê erkên der barê xweparastinê de pêk tîne. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Kesên hebûna wan di nava koletiya mutleq de, heta kesên ji hev belav dibin, li ku dibin bila bibin xisletên her deverê ji bo wan yek in. Bi awayekî hundir xirab e, derve baş e, kesê bi sîleh xirab e, kesê bê sîleh baş e, bi vî awayî kategorîzekirin hewldanên esasî yên têkoşîna ji bo hebûn û azadiyê naguherin. Jiyana mirov kengî azad bibe maneyek xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye.

DI JIYANÊ DE BI SER BIKEVIM Û EZ Ê BI HER KESÎ RE PARVE BIKIM

Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku vê rastiya trajîk herî zêde bi serê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a rêya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekitiya Neteweyên Demokratîk a rêya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîran ên ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekitiya Neteweyên Demokratîk a rêya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pir asayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Ji bo vê, hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a pêdivî pê heye û bi kesayeta xwe ya para wê ya heqîqetê her diçe mezin dibe, ez ê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê bi her kesî re parve bikim.”

ANHA


Mijarên Din