KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DIDOME-2

24 salên tecrîda girankirî û rêzesûc

Di salvegera 24'emîn a Komploya Navneteweyî de pêkanînên li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di tu rêgezên hiqûqî û exlaqî de cihê xwe nîn e, dewam dikin. Di 678 rojan de 244 serlêdanên parêzeran û 83 daxwazên malbatê yên ji bo hevdîtinê bê bersiv man. Di sala dawîn de 4 caran 'cezayê dîsîplînê' dan û her yekê 3 mehan dewam kir. Bêdengiya saziyên navneteweyî wekî CPT û DMME’yê nîşan dide ku sîstema Îmraliyê bi dewleta Tirk re sînordar nîn e.

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ket sala xwe ya 25'an, her ku bi berxwedan û têkoşînê tê têkibirin, dewleta Tirk jî hewl dide bi rêbazên nû bidomîne.

Di 6'ê Gulana 1996'an de dema ku îstixbarata Tirk sînorên Sûriyê binpê kirin û bi awayekî neserkeftî êrişek bi wesayîteke bombebarkirî li dijî Rêber Abdulah Ocalan li Şamê pêk anî, planeke piralî ya hêzên navneteweyî dest pê kir.

Dewleta Tirk leşker li ser sînorê Sûriyeyê bi cih dikirin û gefa êrişê dixwar. Rêber Abdullah Ocalan wê demê got "Ez naxwazim Sûriyeyê tengezar bikim ku ev 19 sal e malovaniyê ji min re dike. Ev yek dê bêrûmetî be." û di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket.

Di çarçoveya lêgerîna li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de hemû derî li Rêber Abdullah Ocalan ku çûbû Ewropayê, hatin girtin. Rêber Ocalan li Kenyayê hat revandin û ew birin Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê û tevî ku serlêdana penaberiyê li Yewnanistanê kir jî di roja 129’an a Komploya Navneteweyî de radestî Tirkiyeyê kirin. Roja ku hilbijartibûn (15'ê Sibatê) jî armanc û plangerên komployê nîşan didan. Di 15’ê sala 1925’an de li hemberî Şêx Seîd planeke hêzên navneteweyî dest pê kiribû. Xwestin mesajekê bidin gelê Kurd û bibêjin 'dîrok dê dubare bibe'.

SÎSTEMA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ

Rêber Ocalan girava Îmraliyê wek "tabût" bi nav kir, ji ber ku ji bo jiyana mirovan ne guncaw e û nikare bi kesî re têkiliyê deyne lê bi berxwedana xwe re plan têk birin. Vê care jî komplogeran sîstema îşkenceyê çêkir.

"Çawa ku Zeus, Atena, Hades û Ares dest dan hev û Prometheus girê dan û ez bi zinarên Qafkasê ve zincîr kirin, neviyên wan ên mirov jî ez heps kirim û bi zinarên Girava Îmraliyê ve zincîr kirim." Rêber Adullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, bi van gotinan rewşa xwe diyar kir. Ev 22 meh e tu agahî jê nayê wergirtin. Her wiha li Îmraliyê 24 sal e binpêkirina mafan û sûc qet nasekinin.

SÎSTEMA KU TENDURISTIYÊ DIKE HEDEF

Rêber Abdullah Ocalan beriya ku dîl bê girtin tenê nexweşiya wî ya sinûsîtê hebû, lê di şert û mercên girtîgehê de gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber şert û mercên hewa, tecrîd, îzolasyon û îşkenceyê pê re derketin. Rêber Ocalan di hevdîtinan de ku ji ber astengiyên dewletê gelekî kêm pêk dihatin, diyar kir ku xweşiyên wekî anjîn (nexweşiyeke enfeksiyonê ya ji ber bakteriyan û vîrusên ji hawirdorê) farenjît, alerjîk rînît, astim, di qirikê de xurîn û şewitîn, astengiyên nefeskişandinê, serêşa giran û gelek nexweşiyên din pê re derketine. Rêber Ocalan tevî van nexweşiyan jî nikare ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê wergire û derket holê ku di sala 2010’an de kontrola bijîşkan a rojane sekinandine.

ÊRIŞÊN FÎZÎKÎ

Kiryarên ku rewşa tenduristiya ya Rêber Abdullah Ocalan dikin hedef li aliyekî, êrişên fîzîkî jî lê dikin. Derketibû holê ku Rêber Ocalan di sala 2007’an de hatiye jehrîkirin û îşaret pê kiribû ku beriya salekê odeya ku lê dihat ragirtin, hatiye boyaxkirin û dibe ku jehrîbûn ji ber boyaxa dîwêr be.

Di Adara 2007'an de parêzeran muayeneya porê Rêber Abdullah Ocalan da kirin û eşkere kirin ku muwekîlê wan bi jehrê xistine. Di Tîrmeha 2008'an de porê rêber Ocalan bi darê zorê hatibû jêkirin û êrişeke fîzîkî lê hatibû kirin. Piştre bi pêkanîna tecrîda di nava tecrîdê de, odeya Rêber Ocalan hat guhertin û ew birin odeyeke biçûktir. Ji ber vê yekê, sîstema îşkenceyê ya ku Rêber Ocalan wek "tabût" pênase kir û wek "kuştina bi demê re" dinirxand, bêhtir giran kirin.

BÊAGAHÎBÛNA MUTLEQ

Rêber Ocalan ku di çarçoveya sîstema îşkenceyê de li Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê girtin, hevdîtina bi parêzer, malbat û wasiyê xwe re jî hatin astengkirin. Rêber Ocalan ji 3’yê Adara 2014’an ve di mehên Gulan û Tebax ên 2019'an de tenê 5 caran bi parêzerên xwe re dikarîbû hevdîtinê bike. Ji sala 1999'an û vir ve tenê 27'ê Nîsana 2020'an û 25'ê Adara 2021'an mafê axaftina bi telefonê du caran hat dayîn. Piştî îdîayên li ser tenduristiya Rêber Ocalan di çapemeniyê de, bi birayê xwe Mehmet Ocalan re cara duyemîn bi telefonê xeber da. Piştî 3-4 deqeyan telefon hat qutkirin û dûre tu agahî jê nehat girtin.

327 CARAN SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ BELASEBEB RED KIRIN

Rêber Adullah Ocalan ji sala 2014’an ve anku di 24 salan de tenê 442 hevdîtinên parêzeran û 5 hevdîtinên malbatê pêk anîn. Li gorî agahiyên ku me ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wergirtine; piştî hevdîtina telefonê ya 25'ê Adara 2021'an heta dawiya sala 2022'an 238 serlêdanên parêzeran û 79 serlêdanên malbatê hatin kirin. Di Çileya 2023'yan de 6 caran parêzeran û 4 caran malbatê ji bo hevîtinê serî lê da û her hefte serlêdana wasî hate kirin. Lê belê bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' yên nehatine diyarkirin, hemû serlêdan hatin redkirin.

Li Îmraliyê cezayên dîsîplînê yên bêemsal hatin dayîn û di 25'ê Sibata 1999'an de bi hevdîtina parêzeran yekemîn re 'cezayên hucreyê û lêpirsînên dîsîplînê' ketin meriyetê. Di sala dawîn de 3 mehan qedexeya hevdîtina malbatê (3 Sibat, 31 Gulan, 9 Îlon 2022) û 6 mehan qedexeya hevdîtina parêzeran (13 Nîsan) hat dayîn. Serlêdanên li dijî 'pêkanînên dîsîplînê' ku sedema wan ji parêzeran re nayê gotin û piştî bidawîbûna wan bersiv tê dayîn. Dadgehên dewletê di redkirina îtirazên parêzeran de bi lez tev digerin û dozê ji qonaxên lêpirsîn, darizandin û biryarê dûr dixin. Bi vê yekê rêgeza 59’an a Zagonên Girtîgehan ên Ewropayê (Dema ku feydeya edaletê pêwîst dike, divê bi rêya asîstanekî hiqûqî xwe biparêze) binpê dike.

CPT BÊ DENG E

Saziyên navneteweyî yên ji pêşîgirtina li îşkenceyê û çavdêriya li girtîgehan berpirsyar in jî, Îmraliyê paşguh dikin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku 1989'an ji bo pêşî li îşkence, kiryarên dermirovî, biçûkxistin û muameleya nebaş a li dijî mirovan bigire, hate avakirin jî li dijî van kiryaran bê deng e. Li gorî rapor û hişyariyên CPT’yê divê welatên endam girtîgeh û mercên girtîbûnê biguherînin. CPT li gorî peymanê diviyabû bi rêk û pêk serdana Girava Îmraliyê bikira. Piştî ku rêber Ocalan dîl hate girtin, 2 hefte şûnde serdana xwe ya destpêkê kir (2 Adar 1999). Di raporê de ku 5'ê Gulana 1999'an li ser ziyaretê hat weşandin, hate gotin ku Rêber Ocalan dê bi tena serê xwe li girtîgehê neyê girtin.

CPT ji sala 1999'an ve bi giştî 8 caran li Îmraliyê lêkolîn kirin (27 Sibat û 3 Adar 1999, 2 Îlon 2001, 16-17 Sibat 2003, 19-22 Gulan 2007, 6-7 Gulan 2019). Hin ji wan dema fikarên têkildarî tenduristî û jiyana Rêber Ocalan çêdibûn, pêk anîn. Lê belê tecrîda giran û îzolasyon asteng nekir. Hin binpêkirinên mafan û sûc kirin rapor lê tu guhertin çênebûn û tu ceza jî nehatin dayîn.

CPT di navbera 11-25'ê Çileya 2021'an de çû Tirkiyeyê û tevî ku çû gelek girtîgehan jî, serdana Îmraliyê nekir. Herî dawî CPT di navbera 20-29'ê Îlona 2022'yan de çû Tirkiyeyê û bi fermî ragihand ku serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê tu agahî nedan ka têkiliya wan bi Rêber Ocalan re çêbûye yan na. Parêzeran jî diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re di dema serdana CPT'yê de pêk nehatiye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li CPT'yê da û ji bo rakirina şert û mercên îşkenceyê û kiryarên nebaş-dermirovî û agahîwergirtinê û ji bo pêkanîna prosedurên li gorî xala 10/2’an a peyaman CPT’yê, hat xwestin ku prosedurên diyarkirî pêk bînin, lê tu encam bi dest nexistin.

BIRYARÊN DMME’YÊ

Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di mijara binpêkirina mafên bingehîn ên de kes û civat dikarin îtirazê lê bikin, li ser kaxizê man.

DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de biryara serlêdana parêzerên Rêber Ocalan da û destnîşan kir ku bêyî mafê serbestiyê cezayê muebbetê yê giran ku li Ocalan hatiye birîn xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (Nabe ku kes rastî îşkence yan jî muameleya dermirovî yan jî biçûkxistin an jî cezakirinê were) binpê kiriye. Dadgehê biryar da ku divê Tirkiye sererastkirinên qanûnî bike.

Tevî biryara wek "Ocalan 2" tê zanîn jî Tirkiyeyê tu gav neavêtin, lê belê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Îlona 2022’yan ji bo diyarkirina "nexşeya rê" li gorî biryara DMME'yê, dem da Tirkiyeyê ku mijara "mafê hêviyê” (mirov çi dibe bila bibe heta ku bimire nikare di girtîgehê de bimîne) çareser bike. Lê belê Tirkiye ku aliyeke Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, bi neguherandina qanûn û pêkanînan ev biryar paşguh kir.

Li gel vê jî Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê ku di 22-23'yê Îlona 2022'an de li Strasbourgê civiya, mijar nexist rojeva xwe.

BI SEDAN SERLÊDAN BÊ BERSIV MAN

Her wiha serlêdanên bi sedan hiqûqnas, siyasetmedar, rêxistinên hiqûqî û rewşenbîrên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê û hevdîtina bi Rêber Ocalan re bê encam man.

Ji 22 welatan 350 parêzer û 775 parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), komek parêzerên ji 29 baroyên ji Tirkiye û Bakure Kurdistanê, hevserokên HDP û DBP’ê û parlamenteran jî serî li Wezareta Dadê a dewleta Tirk, Yekitiya Baroyan a Ewropayê, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî da. Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, daxwaznameyek ji wezaretê re nivîsî û bi rêya online serlêdana hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. 756 parêzerên ji Fas, Filistîn, Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misir, Sûriye û Urdunê jî ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re hewl da. Lê belê bersiv ji tu serlêdanan re nehat dayîn.

ANHA


Mijarên Din