Dewleta Tirk piştî dilîgirtina Rêber Abdullah Ocalan wisa difikirî ku tiştek bi navê doza Kurd nemaye, Tevgera Azadiya Kurdistanê jî wê tune bibe. Lê Kurdan û dostên wan bi çalakiyên fedaî li dora Îmraliyê xwe kirin xelek û gotin “Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin.”
Dema komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan di 9`ê Cotmeha 1998`an de destpê kir, gelê Kurd jî li çar aliyên Kurdistan û cîhanê rabû ser piyan. Wexta ku Rêber Abdullah Ocalan ji balyozxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê 15`ê Sibata 1999`an hat revandin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin, berxwedan derket lutkeyê.
Li hemberî komploya ku piştre derket holê gelek dewletan tê de cîh girtiye, çalakiyên ku rêya têkoşînê û asta wê diyar kirin ên bi dirûşmeya “Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bûn.
Di şeva destpêkirina komployê de (9`ê Cotmeha 1998`an), çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ji girtîgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê dest pê kirin û li her devera cîhanê ku Kurd lê dijîn, belav bûn. Kesên ji neteweyên din jî beşdarî van çalakiyan bûn.
Ji roja destpêkirina komployê û heta niha zêdetirî 100 şoreşgeran agir berda bedena xwe û ji wan 60 şoreşger şehîd bûn.
ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şoreşger Mehmet Xalid Oral şeva 9`ê Cotmeha 1998`an li girtîgeha Mereşê bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” agir berda bedena xwe.
Oral di nameya ku li pey xwe hişt de wiha xîtabî Rêber Ocalan kir: “Hêrs, nefret û tolhildana min gelek mezin e. Lê di girtîgehê de nikarim tiştekî li dijî dijmin bikim. Bi rêya vê çalakiya xwe dixwazim careke din dilsoziya xwe bi te re nîşan bidin û careke din dixwazim tolê hilînim.”
Piştî wê bi sedan kesî çalakiyên fedaî li dar xistin.
PEYAMÊN ÇEND ŞEHÎDÊN XELEKA JI AGIR
GIRTÎGEH
*Selamet Menteş û Aynûr Artan şeva 23`yê Cotmeha 1998`an li girtîgeha Midyadê ya bajarê Mêrdinê agir berdan bedena xwe.
Selamet Menteş di nameya xwe de gotibû: “Dilsoziya bi Rêbertî re bi rêya xwenaskirin û xweavakirinê pêkan e; parastina Rêbertiyê bi wê yekê dibe ku tu bibî yek deng û yek laş; parastina Rêbertiyê bi gihîştina agirê azadiyê pêkan e.”
*Mehmet Aydin: 13`yê Mijdara 1998`an li girtîgeha Çanakkaleyê şehîd bû.
Aydin, di nameya ku ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsandibû de gotibû: “Ji 9`ê Cotmehê ve ez ji xwe dipirsîm; Kêliya ku em bê Apo û bê PKK`ê bijîn tê çi wateyê? Encamên ku gihîştimê pir nebaş bûn. Hêzên tarî viya baş dizanin, lewma we dixin dorpêçê. Tu sedema yekîtiya me yî. Ev jî sedema hemû êrişan e.”
RÛSYA
Şeva 17`ê Mijdara 1998`an Remzi Akkuş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan) li pêşiya parlamentoya Rûsyayê li Moskovê agir berda bedena xwe. Çalakiya herdu şoreşgeran li ser asta cîhanê di gelek televîzyonan de hat weşandin. Ev yek di çalakiyên “Hun nikarin roja me tarî bikin” de bû duryanek û raya giştî ya cîhanê dît ku gelê Kurd wê ji bo Rêber Ocalan çi bike.
Di saetên pêşîn ên revandina Rêber Abdullah Ocalan a 15`ê Sibata 1999`an de, tenê li bajarê Stenbolê 11 welatparêzên Kurd xwe şewitandin. Van çalakiyan, asta girêdana civakê bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da.
SERPÎL POLAT
*Endama Rûmetê ya Komîteya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst-Lênînîst (MLSPB) Serpîl Polat ku li girtîgeha Sakarya girtî bû, di 17`ê Sibata 1999`an de agir berda bedena xwe.
Serpîl di nameya ku nivîsandibû de, wiha gotibû: “Ez êrişên emperyalîst ên li dijî Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan û bi taybet li dijî gelê Kurd şermezar dikim. Ez bi israr im ku Ocalan nayê darizandin. Ez bi vê çalakiya xwe hêrsa xwe ya li hember dijmin nîşan didim.”
CÎHAD DÊRIK
*Piştî ku cezayê darvekirinê li Rêber Abdullah Ocalan di 29`ê Hezîrana 1999`an de hat birîn, Hisên Abdullah (Cîhad Dêrik) li pêşiya navendên dewletê (emin dewle) ya bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê agir berda bedena xwe.
Cîhad Dêrik di nameya ku nivîsandibû de sedema çalakiya xwe wiha destnîşan kiribû: “Rêber Ocalan dîrok e. Tunekirina wî tê wateya tunekirina dîrokê. Rêber Ocalan ji bo min dinya û axret e. Hebûn û nebûn e. Kesayet, qehremanî, exlaq û di jiyanê de her tişt e.”
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, navên qada ku Cîhad Dêrik çalakî pêk anî bû, wekî “Qada Şehîd Cîhad Dêrik” hat guhertin.
ELEFTERIYA FURTULAKÎ
*Elefteriya Furtulaki ya bi esilê xwe Yewnanî ye jî tev li kerwanê çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bû. 24’ê Adara 2006’an li paytexta Yewnanistan Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
Elefteriya jineke ciwan û dayika 2 zarokan bû û bi “Bûka Kurdistanê” hate binavkirin.
Elefteriya di nameya li dû xwe hişt û bi bi Kurdî nivisîbû de wiha dibêje: “Silavek germ ji bo Rêberê mezin û hêja Abdullah Ocalan. Dereng be jî, ez Cejna Newrozê (2006) li hemiyan pîroz dikim. Ez ê jî wekî Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rehşan Demîrel, Newrozê pîroz bikim. Kesek nikare roja me tarî bike. Azadiya gelê Kurd û Rêber Apo azadiya hemû gelan û cîhanê ye. Bijî biratiya gelan, bijî aştî.”
VIYAN SORAN
Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) di 2`yê Sibata 2006`an li Heftanînê agir berda bedena xwe û bû yek sembola çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”. Viyan Soran di nameya xwe de wiha nivisîbû: “Ez dixwazim li dora girava Îmraliyê bibin mûmek.”
ÇALAKIYÊN 2023’AN
VEYSÎ TAŞ
Welatparêzê Kurd Veysî Taş (65) 12`ê Çileya 2023`yan li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li navçeya Qoser a Mêrdînê agir berda bedena xwe û şehîd bû.
Veysî Taş di peyama xwe ya bi dîmen de sedema lidarxistina çalakiya xwe wiha eşkere kir: “Ez ê tecrîda li Îmraliyê protesto bikim. Tu sedemên din an jî armancên din tune ne. Ez giyana xwe dikim qurbana vê dozê. Ez xwe dikim qurbana Rêberê Kurdistanê. Her tim min jiyana xwe di oxira vê dozê de borand.”
MEHMET AKAR
16`ê Çileya 2023`yan ciwanê bi navê Mehmet Akar li hember tecrîdê li navçeya Sur a Amedê agir berda bedena xwe û şehîd bû.
Akar di nameya xwe de wiha nivisîbû: “Em tu agahiyan ji Rêber Ocalan nagirin. Nahêlin malbat û parêzer hevdîtinan pê re bikin. Daxwazên hevdîtinê jî red dikin. Em gelek bi fikar in li ser tenduristiya Rêber Ocalan. Ji bo ku nerazîbûna xwe li hember van girtekan nîşan bidin, ez ê îro saet di 21.12`an de li Birca Bizinan a Amedê agir berdim bedena xwe. Bila agirê bedena min Îmraliyê ronî bike. Bi hêvî me çalakiya min bibe wesîleya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”
ŞEHÎDÊN ÇALAKIYÊN ‘HÛN NIKARAN ROJA ME TARÎ BIKIN’
MEHMET HALÎT ORAL:
9’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha li Gurgumê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MEHMET GUL:
19’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Manîsayê bedena xwe da ber agir 27’ê Cotmeha 1998’an şehîd bû.
BULENT BAYRAM:
21’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Semsûrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ALÎ AYDIN:
21’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Bartinê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
HASAN ÎSA HASAN:
22’yê Cotmeha 1998’an li Qamişloyê bedena xwe da ber agir, 25’ê Cotmeha 1998’an şehîd bû.
SELAMET MENTEŞ:
23’yê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir şehîd bû.
AYNÛR ARTAN (ROTÎNDA):
23’yê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MÎRZE SEVÎMLÎ:
26’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Erziromê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
BERZAN OZTURK (MÛRAT):
1’ê Midara 1998’an li girtîgeheke ya bajarê Stammheîm a Elmanyayê bedena xwe da ber agir, 4’ê Çileya 1999’an şehîd bû.
MEHMET AYDIN:
13’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ERDAL ÇEKEN:
14’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Midyadê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
KADRÎ ÎLHAN:
16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Sêrtê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ADNAN KARATAŞ:
17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
AHMET YILDIRIM:
17’ê Midara 1998’an li Moskovayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
REMZÎ AKKÛŞ:
17’ê Mijdara 1998’an li Moskovayê Bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
EMRÛLLAH DAMLACI (SEYÎT BAYRAM):
18’ê Mijdara 1998’an li Dêrikê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
CEMÎL OZALP:
27’ê Mijdara 1998’an li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MÎRZA ÇÛBÛKÇÛ:
27’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Êlihê piştî Rojiya Mirinê şehîd bû.
YAVÛZ GUZEL:
30’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Bartinê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
HATÎCE FALAY:
13’ê Kanûna 1998’an li Bagcilar a Stenbolê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
TAYLAN OZGUR KAHRAMAN:
21’ê Kanûna 1998’an li Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MAZLÛM ONCEL:
16’ê Sibata 1999’an li girtîgeheke ya Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
KAHRAMAN DENLÎ:
16’ê sibata 1999’an li ser sûrên Amedê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kir û agir berda bedena xwe, 10 roj piştre li Nexweşxanaeya Nimûne ya Edene ya Gordugu şehîd bû.
SERPÎL POLAT:
17’ê Sibata 1999’an li girtîgeheke ya Sakaryayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
NEZAHAT BARACI (ŞEHRÎSTAN BOTAN):
20’ê Adara 1999’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MÛRAT YEŞÎLGOZ
8’ê Tebaxa 1999’an li girtîgehek ya Amasyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
HUKMÎYE SEYHAN (RÛKEN BERÎTAN):
23’yê Kanûna 1999’an li Rûsyayê bedena xwe daye ber agir û şehîd bû.
MAHMÛT YENER:
22’yê Hezîrana 2000’î li Amedê bedena xwe da ber agir, 8’ê Tîrmeha 2000’î li nexweşxaneyê şehîd bû.
NESRÎN TEKE:
9’ê Tîrmeha 2000’î li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ESEN ASLAN:
3’yê Tebaxa 2000’î li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ERDOGAN KAHRAMAN (YEKTA):
27’ê Adara 2004’ê li qada Seedellah El-Cabirî ya Helebê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
SERDAR ARI:
25’ê Cotmeha 2005’an li girtîgeheke ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
FATOŞ SAGLAMGOZ (SEMA):
11’ê Mijdara 2003’an li Qada Gûstaf Adolf a Goteborg a Swêdê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
AYNÛR YAŞLI:
30’ê Adara 2006’ê li Antalyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
LEYLA WALÎ HASAN (VIYAN SORAN):
1’ê Sibata 2006’an li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bedana xwe da ber agir û şehîd bû.
VEYSÎ KAYA:
28’ê Sibata 2006’ê li Edeneyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ELEFTERÎYA FORTÛLAKÎ:
24’ê Adara 2006’ê li paytexta Yewnanistan Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
EBÛ MUSLUM DOGAN:
15’ê Sibata 2010’ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MÛSTAFA MALÇOK:
15’ê Sibata 2011’an li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
EVRÎM DEMÎR:
14’ê Tîrmeha 2011’an li navçeya Kopê ya Mûşê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
FIRAT ÎZGÎN:
12’Ê Kanûna 2011’an li navçeya Midyad a Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MEHMET ŞERÎF SAKLI:
4’ê Hezîrana 2012’an li navçeya Mûdayana ya Bûrsayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MEHMET YALÇIN:
1’ê Tebaxa 2012’an li navçeya Qoser a Mêrdînê li pêşiya Qesra Edliyeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
SERDAL YEKTAŞ:
9’ê Cotmeha 2012’an li Rihayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ABDÛLKADÎR ATÎLLA:
11’ê Adara 2012’an li taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edeneyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MAHSÛN OZEN:
22’yê Kanûna 2012’an li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
NAZELÎN KORKÛT:
14’ê Sibata 2018’an li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
HADÎKA DOGRÛ (HEVÎDAR SERHED):
15’ê Sibata 2016’an li Kobanê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
UMÎT ACAR:
27’ê Îlona 2018’an li bajarê Munîh ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
YONCA AKICI:
9’ê Adara 2019’an li girtîgeha Şakranê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ZULKUF GEZEN:
17’Ê Adara 2019’an li girtîgeha Tekîrdagê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ÛGÛR ŞAKAR:
22’yê Adara 2019’an li bajarê Krefeld a Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehdî bû.
AYTEN BEÇET:
23’yê Adara 2019’an li girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
ZEHRA SAGLAM:
24’ê Adara 2019’an li girtîgeha Oltuyê bedena xwe da ber agir û şehdî bû.
MEDYA ÇINAR:
25’ê Adara 2019’an li girtîgeha Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
SÎRAÇ YUKSEK:
2’yê Nîsana 2019’an li girtîgeha Osmaniye bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
MAHSÛM PAMAY:
5’ê Nîsana 2019’an li girtîgeha Xarpêtê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
KESÊN DI NAVBERA SALÊN 1998-1999’AN DE AGIR BERDANE BEDENA XWE Û BIRÎNDAR BÛNE
MÛRAT KAYA: 18’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Bartin
MERAL KAŞOTÛRACAK: 20’ê Kanûna 1998’an li girtîgeha Çanakkaleye
ÎSMET ÎNANÇ: 22’yê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Yozgat
FETTAH KARATAŞ: 22’yê Cotmeha 1998’an li Amed
MEHMET BAGRIYANIK: 23’yê Cotmeha 1998’an, girtigeha ElbÎstan
CENNET GUNEŞ: 24’ê Cotmeha 1998’an girtîgeha Dîlok
SEYRÎ ÎPEK: 24’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Skarya
AYSEL CEYLAN: 24’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Skarya
SAMET OKTAY: 24’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Konya
MUSLUM MÛHAMMET: 26’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Dîlok
KENAN KARAHASANOGLÛ: 26’ê Cotmeha 1998’an li Erzirom
ABBAS SERTKAYA: 14’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Umraniye
ÎSMET AKAY: 14’ê Mijdara 1998’an li Girtîgeha Semsûr
MÛHYETTÎN SEVÎMLÎ: 15’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Amed
OMER ŞEN: 15’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Umraniye
ADNAN OZCAN: 15’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Bûrsayê
SIRACETTÎN HASSAS: 16’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Bûrsay
RAMAZAN MALKOÇ: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Umraniye
AZÎME ÎNAN: 16’ê Mijdara 1998’an li Girtîgeha Êlih
REMZÎYE ZENGÎN: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Êlih
ÎDRÎS BAŞARAN: 16 ‘ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Ceyhan
HANÎFÎ KÛZÛ: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Sêrt
HAMDÛLLAH DAŞÇI: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Mêrdîn
ALÎ ERBEK: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Mêrdînê
MÛSTAFA ŞAHÎN: 16’ê Mijdara 1998’an li Elmanya
MEHMET TÛRGAY: 17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Konya
ZEYNÎ ARAP: 17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Dîlok
RAMAZAN ADIBELLÎ: 17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Konya
SULEYMAN GULTEKÎN: 18’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Trabzonê
SEYÎT BAYRAM: 18’ê Mijdara 1998’an li Dêrik
ZULKÎF YILMAZ: 18’ê Mijdara 1998’an li Roja Kasım 1998, Roma
FETÎYE ABDÛLLAH: 18’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Meletî
OSMAN TÎNÎT: 18’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Meletî
FAZIL SULUK: 19’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Dîlokê
HALÎL AKINCI: 19’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Bûrsa
CENGÎZ KAYA: 19’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Agrî
ZEHRA RIZGAR: 27’ê Mijdara 1998’an li Rojhilatê Kurdistanê
NÛRÎ ACAR: 27’ê Mijara 1998’an li girtîgeha Ordu
CEMÎL OZALP: 27’ê Mijdara 1998’an li Amed
MÎRZA ÇÛBÛKÇÛ: 27’ê Mijara 1998’an li girtîgeha Êlih
HASAN TAŞKIN: 3’yê Kanûna 1998’an li Elmanya
CÎHAT ŞÊXO: 10’ê Kanûna 1998’an Qibris
TAKÎBE GULTEKÎN: 12’ê Kanûna 1998’an li girtîgeha Sêwas
GÛLÎSTAN TAŞ: 16’ê Kanûna 1998’an Êlih
MÛHYETTÎN IŞIK: 24’ê Kanûna 1998’an li Dîlok
RAMAZAN ATABAY: 5’ê Çileya 1999’an li girtîgeha Sêrt
BÎLAL EKÎNCÎ: 16’ê Sibatê 1999’an li Amed
ARZÛ DEMÎRALP: 16’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Êlih
YAHYA FÎGAN: 16’ê sibata 1999’an li girtîgeha Umraniye
NÛRHAK POLAT: 16’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Umraniye
BAYRAM KAYMAZ: 16’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Nazîllî
VEYSEL ÇINAR: 17’ê Sibaa 1999’an li girtîgeha Umraniye
HUSEYÎN ÇIG: 18’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Gurgum
MÛRAT COŞKÛN: 18’ê sibata 1999’an li girtîgeha Cehyan
AHMET TEPE: 18’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Semsûr
BENGÎN KÛRT: 19’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Ceyhan
ÇÎGDEM DÛMAN: 22’yê Sibata 1999’an li girtîgeha Elbistan
PÎRO ECER: 22’yê Sibata 1999’an li Mêrsîn
BULENT AKMAN: 25’ê Sibata 1999’an li girtîgeh Erzirom
KENAN CAMELAN: 3’yê Adara 1999’an li Yewnaista
NUKHET NOYAN: 29’ê Hezîrana 1999’an li Stenbol
OKTAY GUVENÇ: 14’ê Tebaxa 1999’an li girtîgeha Bayrampaşa
BEDRÎYE YILDIZ: 23’yê Cotmeha 1999’an li girtîgeh Gebze
RESÛL ASLAN: 27’ê Kanûna 1999’an li girîgeha Umraniye
HALÎL GONYELÎ: 27’ê Kanûna 1999’an li girtîgeha Umraniye
ANHA