Komîteya Aborî li Ebû Qelqelê firinek vekir

Rêveberiya Giştî bi hevkariya Komîteya Aborî ya Minbicê, li gundê Xerda yê girêdayî navçeya Ebû Qelqelê firinek vekir

Li gundê Qelqel ê başûrê rojavayê bajarê Minbicê, ji ber zêdebûna daxwaza nan û peydakirina nan ji 35 gundên girêdayî navçeyê, îro Rêveberiya Giştî bi hevkariya Komîteya Aborî ya Minbicê û gundewarên wê li gundê Xerdayê firinek vekir.

Li navçeya Ebû Qelqelê firina "Şehîdên Xerdayê" firina duyem e da ku barê firina navçeya Ebû Qelqelê sivik bike û nan ji 35 gundan re peyda bike, hatiye vekirin.Tê zanîn ku di firinê de rojane 15 karker dixebitin û 7 hezar kîsên nan tên hilberandin.  

Îro merasîma vekirina firinê bi beşdariya bi dehan ji şêniyên gund û malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku lêçûna amadekariya firinê gihaşt 30 milyon lîreyên Sûriyê. Di heman demê de dê kîsê nan bi nirxê 100 lîreyên Sûriyê tê firotin, ev jî bi rêya nanfiroşên di komînên gunde dê were birêvebirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din