Komîteya Aborî ya Reqayê hewl dide depoyên genim restore bike

Komîteya Aborî ya beşa pêşxistina civaka çandinî ya Reqayê hewl dide 3 depoyên genim ên bajarê Reqayê (El-Refqa, Bedir û El-Sehlebiye) restore bike.

Komîteya Aborî ya beşa pêşxistina civaka çandinî ya Reqayê hewl dide 3 depoyên genim ên bajarê Reqayê (El-Refqa, Bedir û El-Sehlebiye) sererast bike. Dê komîte ji bo hilberîna îsal nêzî 33 hezar ton genim bigre. Her wiha hilberîna genim a mayî dê veguhêzin  depoyên genim ên li gundê El-Şir Kirak.

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê texmîn dike ku mewsima îsal li ser cotkaran xêr be û rûbara zeviyê bejî û avî yên îsal zêde bibin. Her wiha Komîteya Çandinî û Aborî ya bajarê Reqayê texmîn dike ku hilberîna îsal a genim 600 hezar ton derbas bike.

Li ser wê werşeyên sererastkirinê yên girêdayî Komîteya Aborî dest bi sererastkirina 3 depoyên genim li gundewarên rojhilat, rojava û bakurê Reqayê kirin. Komîte hewl dide xebatên sererastkirinê beriya berhevkirina hilberînê bi dawî bike, da ku rêgeza xwetêrkirinê li tevahiya herêmên Sûriyê were pêkanîn.

Girêdayî mijarê ajansa me rewşa depoya El-Refqa ya ku 15 km dikeve bakurê rojavayê Reqayê şopand.

Pisporê dan ê Komîteya Aborî û çavdêrê xebatên werşeyên sererastkirinê Eymen El-Ehmed ji ajansa me got: "Werşeyên fenî niha hewl didin depoya El-Refqa li gundewarê bakur rojavayê Reqayê sererast bikin. Depoya El-Refqa têra depokirina 11 hezar ton dike. Çeteyên DAIŞ’ê ev depo bi temamî wêran kiribû.”

El-Ehmed diyar kir ku werşeyên fenî ji bo restorekirina depoyên yedek ku têra depokirina 7 hezar ton dikin dixebite û wiha got: "Xebatên werşeyan ên ku ji 3 mehan ve destpê kirine, heya vê kêliyê berdewam in da ku depoyên genim sererast bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din