Komîteya Aborî ya Tebqayê giştînameyek têkildarî berhemên çandiniyê derxist

Bi armanca parastina berhemên çandiniyê û bi rasthatina mewsima çinîna çandiniyê ya sala 2019’an, Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Tebqayê giştînameyek der barê xwediyên patozan de piştî merc û perspektîfên di wê çarçoveyê de, derxist.

Giştînameya Komîteya Aborî ya Tebqayê, komîteyên çandiniyê yên sereke û şaxî erkdar dike ku xwediyên patozên çandiniyê mercên wê pêk bîne da ku li hember pêketina şewatan li xakên çandiniyê sînordar bikin.

Ji gavên naveroka giştînameyê; pêkanîna xwediyên patozan a leckirina bêjingan li ser alavên patozên xwe û ji wê jî zêdetir heyîna amûrên agirkujiyê yên takekesî di her patozekê de jî. Li rexê jî divê sîtêrek av tevî xortimeke dirêj hebe da ku agir pê bê vemirandin di dema pêketinê de.

Ji bo çavdêriya sîstema xebatê û pêkanîna perspekfîvên ku di girşînameyê de hatine, dê tîma taybet bê erkdarkirin "Tîma Şopandina Çinînê" ku dê peywira xwe ya gerîna li nuqteyên çinînê be. Dema binpêkirinek an jî kêmasiyek der barê rêgezên di giştînameyê de pêk bê, dê aliyê berpirsyar kêmasiya xwe hilgire. Her wiha heke agir pê ket dê aliyê zirar dîtiye nirxa zirardîtinê jê re bê pêşkêşkirin û ji wê jî zêdetir alav bên desteserkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan gelek şewat li zeviyên çandiniyê pê ketin û di encamê de zêdetirî 370 donim piranî jê mewsima ceh bû, şewitîn. Foca agirkujiyê dest di hemû şewatan werda û karî bi zirarên kêm kontrol bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din