Komîteya Aboriya Jinan hewldana peydakirina derfetên kar û pêşxistina aboriyê dike

Endama Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan Xaliya Necar got ku ew hewl didin deriyan li pêşiya jinan vekin da ku aboriya xwe bi pêş bixin û di navbera jinan de karekî kollektîf pêk bînin.

Bernameya Kongreya Duyemîn a Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku vê sibê bi beşdariya 80 nûneran dest pê kiribû, berdewam e.

Kongre girîngiyê dide zehmetiyên ku aboriya jinan di salên derbasbûyî de pê re rû bi rû mane, proje û kooperatîfên ku derfetên kar ji jinan re peyda kirin, aboriya jinan bi pêş xist û sûdek da civakê.

Têkildarî kongreyê û armancên lidarxistina wê endama Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xaliya Necar axivî û got: Em her tim hewl didin asoyan ji jinan re veke, da ku aboriya wê pêş keve û tev li nava projeyên pêşxistina aboriya civakê bibe.”

Xaliya Necar da zanîn ku wan gelek projeyên aborî vekirine mîna avakirina koperatîvên çandiniyê, sewalan, firotina kel û pelan, avakirina koperatîvan di warê hilberandin û teqwîqkirina pîşeyî yên ku sûd li civakê û herêmê dikin.

Xaliya Necar îşaretpê kir ku koperatîvên aboriya civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta astekê aboriya civakê pêş xist û derfetên kar ji endamên cirakê û jinan re peyda kirin. bi armanca ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan were girtin, nexasim ku cezayên Qanûna Qeyser li ser hikumeta Şamê tê ferzkirin.

Di dawiya axaftinê de Xaliya Necar bal kişand ser zehmetiyên salên derbasbûyî yên ku pê re rû bi rû mane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em nikarin rewşa aborî, siyasî û jin û aborî ji hev qut bikin ji ber dema jin xwe di qada siyasî de nas bike dê karê xwe yê qada aborî jî bi rêve bibe û xurtir bike, piştî ku ji rêveberiyê, serxwebûna aborî hatibû dûrxistin û rê li pêşiya pêketina wê hatibûn girtin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din