Komîteya Awarte têkildarî şewatan daxuyanî da

Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawirdorê ya Kantona Qamişlo têkildarî şewitandina zeviyên çandiniyê daxuyanî da û anî ziman ku şewata zeviyan bi zanebûnê têk kirin. Komîteyê bang li şêniyan kir.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran zeviyên çandiniyê şewitîn û xisar gihiştine cotkaran. Pêş çend rojan çeteyên DAIŞ‘ê şewatan zeviyên li Sûriyê û Iraqê girt ser xwe.

Têkildarî mijarê endamên tîmên agirkujî û Komîteya Awarte ya girêdayî Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawirdorê ya Kantona Qamişlo ku şewat vemirandin, daxuyanî dan û bang li cotkaran kir ku zeviyên xwe kontrol bikin.

Daxuyanî ji aliylê Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Ebdulrehman El-Hadî ve hate xwendin.

El-Hadî got: "Em Komîteya Awarte ya girêdayî Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawirdorê ya Kantona Qamişlo agahî ji me re hatin ku li gundê Camercî şewat çêbûye, me dimildest peywendî bi navendê agirkujê û şaredariyên derdorê re kir û me berî da şewatê. Lê ji ber lezbûna ba vemirandina agir dereng ma û bi hezaran hektar zeviyên ceh, genim û nîsk li gundewarê rojhilatê Til Hemîsê şewitîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şaredariyên ku destek dane vemirandina gir ev in; Ebû Firai, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Marûf, Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawirdorê ya Kantona Qamişlo û agirkuja Şaredariya Til Hemîsê û bajarokên girêdayî wî.

Komîteyê di berdewama daxuyaniyê de banga hişyarkirin û girtina tedbîran ji bo rewşên awarte yên şewatê re kir. Her wiha xwest ku şênî zeviyên xwe biparêzin, ji ber şewat ne tesaduf e, lê bi zanebûn tê kirin.

Komîteya Awarte di dawiya daxuyaniyê de got: "Piştî vemirandina şewata li gundewarê rojhilatê Til Hemîsê, agahî hatin ku li gundên Um Rûs û bajarokê Cezayê şewat çêbûye. Ev şewat bi zanebûn tê kirin. Em banga baldarî û hişyarbûnê ji welatiyan dikin, dema dîtin şewat çêbû yekser aliyên têkildarî agahdar bikin."

ANHA

 


Mijarên Din