Komîteya Azadiya Ocalan ji bo Ocalan nameyek radestî NY‘yê kir

Di çalakiya xelkê Qamişlo ya li ber avahiya Komîseya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo eşkerekirina rewşa Ocalan de Komîteya Azadiya Rêber Ocalan daxuyanî da.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo piştî ku agahiyên şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêber Ocalan lê girtî ye bihîstin çalakiyek li ber avahiya Komîsereya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li dar xistin.

Şêniyan nerazîbûn nîşanî şewata li girava Îmraliyê dan û xwestin rewşa tenduristiyê ya Ocalan were eşkerkirin.  Şêniyan her wiha wêneyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li pêşiya avahiya komîseriyê şewitandin.

Di çalakiyê de Komîteya Azadiya Rêber Ocalan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: "Ji beriya çend salan ve faşîmza Tirk tecrîdek ne exlaqî li ser kesayeta Rêber Ocalan ferz kiriye, nahêle malbat serdana wî bike. Piştî belavbûna agahiyên şewata li girava Îmraliyê  ku Rêber Ocalan lê girtî ye, fikarên gel zêde bûn.

Tevî ku tîmên agirkujiyê hewl dan xwe bighînin Îmraliyê lê ji ber bahozê nikaribûn bighêjin wir. Bi vê re guman û fikarên gel ên derbarê tenduristiya Rêber Ocalan de zêdetir dibe.

Em di komîteyê de bang li her kesî dikin ku amade û hişyar bin da ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin bi dawî bibe. Em bang li hemû aliyên têkildar ji rêxistinên navdewletî û mafên mirovan dikin dimildest bikeve tevgerê û tenduristiyê Rêber Ocalan ragihîne.

Em dewleta Tirk a faşîm ji lîstok û nêzîkatiyên qirêj ku Rêber Ocalan bike hedef hişyar dikin û bang dikin ku bi lez divê parêzer serdana wî bikin û der barê tenduristiya wî de daxuyanî bidin.

Em banga têkoşîn û derketina li qadan dikin da ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin bişkê."

Piştre komîteya daxuyaniya ku xwendî radestî Komîseya NY kir.

Şêniyan li ber avahiya NY ya bajarê Qamişlo kon vedan û dê heta eşkerekirina rewşa Ocalan di nava çalakiyan de bin.

ANHA


Mijarên Din