Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê şêwekar Hesen Esaf xelat kir

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê û Daîreya Şûnwaran pêşangeheke wêne û amûrên kevnar li  devera şûnwarî ya Nabada vekir. Komîteyê hunermendê şêwekarî yê cîhanî Hesen Hemdan Esaf û xwendekarên wî xelat kir.

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê bi hevkariya Daîreya Şûnwaran û bi diruşma"Çand giyan, wîjdan û bîra gelan û qêrîna wan ji bo çarenûsa wan e" pêşangeheke wêne û alavên kevnare li cihê dîrokî yê Nabada yê li bajarokê Til Beyder vekir.

Armanca pêşangehê, danasîna girîngiya mîrasa çandî ya madî, çawaniya parastina wê ye.

Li erdnîgariya Cizîrê ya Sûriyê ji zêdetirî 100 cihên dîrokî hene.

Dîrok Til Beyder (Nabada) vedigere 3 hezar sal berî zayînê ye û ji cihên dîrokî yên li hawiza Xabûrê ye.

Di pêşangehê de, gelek ji çînên civakê, bi dehan ji endamên navend û saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr û hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo û hunermendê şêwekar Hesen Hemdan Esaf amade bûn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/12/134247_alyas-sydw-28large29.jpg

Di pêşangehê de, 67 tablo ji tevahî dibistanên hunerî hatin pêşandan. Tablo li ser mîras û folklora gelêrî ya jînegeha Cizîrê bi hemû rengên wê hatinûn çêkirin. Ji wê zêdetir jî bi dehan parçeyên entîka ku nîşaneya çanda civaka Cizîrê ye, hebûn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/12/134305_andnan-bry-28large29.jpg

Çalakiyên pêşangehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, piştre hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo, berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê Efaf Heskî û gerînendeyê Şûnwaran ê Hesekê Ednan Berî axivîn.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo di destpêka axaftina xwe de vekirina pêşangehê li vî cihî dîrokî axivî ku nîşaneya girîngiya bi çand û şûnwarên pêkhateyên dîtir ên li herêmê ye û wiha got: "Dagirker her tim hewl dide bi rêya dizîn, talankirina şûnwar û wêrankirina cihên dîrokî nasnameya gelan biçewisîne."

Seydo berxwedana QSD’ê silav kir û wiha domand: "Ji her kesî ve xuya ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Efrîn û Serêkaniyê şûnwarên her du herêman dizîn û talan kirin. Ji ber ku şûnwar nîşaneya şaristaniyên gelên li herêmê ye, bi rêya talankirina wê hewl didin dîrokî berovajî bikin."

Seydo bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hevgirtin bin û li ber xwe bidin û tevahî xaka Sûriyê rizgar bikin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/12/134124_afaf-hsky-28large29.jpg

Li aliyekî din jî berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê Efaf Heskî da zanîn ew îro li cihê dîrokî yê Nabada kom bûne, da ku çand û şaristaniya pêkhateyên herêmê vejînin û wiha pê de çû: "Divê em bi çand û şaristandiya xwe ve girêdayî bin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin çand û nasnameya tevahî pêkhateyan tune bikin."

Efaf Heskî wiha bi dawî kir: "Em bi saya çand, şaristandî, nasname û zimanê xwe hene, divê em parastina wan ji êrişên li dijî herêmê bikin."

Her wiha gerînendeyê şûnwaran ê kantona Hesekê Ednan Berî ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku pêşangeh dîroka herêmê û girêdana wê bi kevneşopî û adetên gelêrê ve diyar dike.

Berî di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku çalakiyên wiha li dar kevin û bang li civakê kir ku parastina cihên dîrokî yên giştî li herêmê bikin, bi taybet Nabada. Ji ber cihê dîrokê yê Nabada nûnertiya nasnameya herêm û nîştimaniya her mirovekî/ê ku li ser vê erdnîgariyê jiyan kiriye, dike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, her du helbestvan Ferhad Merdê û Serac Kendeh helbestên welatparêziyê xwendin.

Di pêşangehê de, Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê, hunermendê şêwekarî û cîhanê Hesen Hemdan Efas û xwendkarên wî xelat kir. Ji ber ku beşdarî tevahî çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, bûn. Her wiha komîteyê spasiya wan li ser piştevaniya pêşangehê, kir.

Li aliyekî din jî hunermend Hesen Hemdan Esaf kêfxweşiya xwe li ser wergirtina xelatkirinê nîşan da.

Pêşangehê bi danasîna serdanvanan li ser cihê şûnwar a Nabada, tablo û parçeyên entîkî bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din