Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê awayên wergirtina genim nîqaş dike

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevserokên kooperatîfên cotkaran û berdevkên cotkaran ên li bejahiya Dêrazorê re, der barê plana wergirtina berhema genim a îsal û awayê radestkirinê de gotûbêj kir.

Bi nêzîkbûna dema mewsimê li bejahiya Dêrazorê re Komîteya Çandiniyê li bejahiya Dêrazorê civînek bi beşdariya hevserokên komîteyan, serokên kooperatîfên cotkaran û hejmarek ji cotkaran re li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê der barê wergirtina berhema genim a vê sale de gotûbêj hatin kirin.

Cotkaran ji xwediyên patozan xwest ku li gorî buhayê ku Komîteya Çandiniyê diyar kiriye, piştî ku madeya mazotê ji xwediyên patozan re were pêşkêşkirin, tev bigerin. Her wiha cotkarên gundên Ebû Xeşeb û Cerwan daxwaz kir ku navendên radestkirina berhemên wan li Reqa yan jî li Hesekê bin.

Têkildarî mijarê hevserokê Buroya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Beşîr, destnîşan kir ku ev hemû bergirî, bi armanca rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan ji cotkaran re ye.

Di dewama axaftina xwe de Beşîr wiha got: “Me 400 hezar torbe ji bo dagirtina genimê vî mewsimê wergirtine da ku em barê cotkaran sivik bikin. Komîteya Çandiniyê 22 hezar torbeyên qiş wergirtine da ku bi nirxekî kêm ku her torbeyek bi 750 lîreyî ye, bifiroşin cotkaran.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Çandiniyê ji nû ve sazûmaniya embarên berhemên îsal çêkir, bi 7 km li herêma Dêrazorê û sazûmaniya xanê kir da ku li Dêrazorê bibe navenda dagirtina berhemên îsal.

(eh)

ANHA


Mijarên Din