Komîteya Çandiniyê mijarên girêdayî hilberînê nîqaş kir

Komîteyên Çandinî û Kedkaran û Yekitiya Cotkaran ên navçeya Tirbespiyê li hev civiyan  û heqdestiyê xwediyê patozan nîqaş kirin. Di dawiya de reşpelika nirxan ên ku hatine pêşniyarkirin  hate amadekirin da ku pêşkêşî Rêveberiya Kantona Qamişlo were kirin.

Di civînê de Komîteya Çandiniyê rêgezên kar ji xwediyên patozan (derase) re diyar kir da ku li gorî wê kar bikin. Jê tevgerkirina li gorî buhaya ku dê li ser were lihevkirin, di her patozekê de alava agirkujiyê û depoyek ava hebe da ku pirsgirêkên mîna şewatê derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve xwediyên parozan xwestin ku sotemenî ji cureyên baş ji wan re peyda bibe. Komîteya Çandiniyê jî soz da ku pêwîstiyên wan peyda bikin.

Piştî  nîqaşên li ser heqdestiyê, beşdaran li hev kirin ku nirxê çinîna donimeke ji dokmayê û di kîsan de ji sedî 6 be, di heman demê de nirxên donimek ceh ji sedî 8 be. Di dawiyê de reşpelika nirxan ên ku hatine pêşniyarkirin amade bikin û pêşkêşî Rêveberiya Kantona Qamişlo  bikin da ku were erêkirin.

ANHA


Mijarên Din