Komîteya Çandiniyê semad li cotkaran belav kir

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê bi armanca alîkariya cotkaran û rêgirtina li ber keysbaziya li bazaran, dest bi belavkirina semada kîmyewî kir.

Komîteya Çandiniyê 3 hezar û 500 tûrik semada Yorya li 46 cotkarên kantona Şehbayê belav kirin. Ev cure semad ji bo hilberînên genim û ceh bi awayekî taybet tê bikaranîn. Komîte bi vê gavê dixwaze alîkariya cotkaran bike da ku hilberîneke bi kalîteyeke baş bi dest bixin.

Komîteya Çandiniyê ji bo her hektarek zeviyên bejî 100 kg û ji bo zeviyên avî jî 250 kg ji vê cureyê semad diyar kir.

Komîteyê heta niha 3 hezar û 500 tûrik semad li cotkaran belav kirine.

Komîteya Çandiniyê bihayê her tûrikeke semadê ku ji 50 kg pêk tê, bi 24 hezar û 500 lîreyên Sûriyê diyar kir. Tûrika semadê bi heman pîvanê di nav sûkan de bi 27 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin.

Girêdayî mekanîzmaya belavkirinê, destpêkê cotkar bi rêya komîna gund daxwaznameyekê dişînin Komîteya Çandiniyê ya herêmê. Piştre semad li gorî miqdarên berê hatiye diyarkirin, li cotkaran tê belavkirin.

Têkildarî karê Komîteya Çandiniyê û xebatên ku ji cotkaran re pêşkêş dike, hevserokê Komîteya Çandiniyê ya gundê Babinisê yê kantona Şehbayê Elî Cimo wiha axivî: "Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê bi armanca ku bi wan re alîkar bin da ku hilberîneke baş derkeve, semada kîmyewî li cotkarên kantonê belav dike."

Cimo wiha domand: "Her wiha em bi cotkaran re di warê reşandina semadê de bi rêya traktorên girêdayî Komîteya Çandiniyê dibin alîkar."

Di dawiyê de Elî Cimo diyar kir ku komîte dê belavkirina semadê li cotkaran heya dawiyê vê mehê bidomîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din