Komîteya Ewlekariya Hundirîn a Amerîkayê:Daxwaza rapora gefên DAIŞ`ê li ser DAY`yê kir

Serokê Komîteya Ewlekariya Hundirîn Benny Thompson û  endamê komîteyê Mike Rogers daxwaza rapora îstixbaratê ya têkildarî gefa çeteyên DAIŞ`ê yên ku piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê reviyane li ser DYA`yê, kir.

Benny Thompson û endamê komîteyê Mike Rogers nameyek ji Wezareta Ewlekariyê  ya Hundirîn a Amerîkayê re pêşkêş kir û têde diyar kir ku dema şerê li dijî DAIŞ`ê QSD`ê ji 10 hezar heta 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Bi hevkariya Tirkiyê û çeteyên wê, ku êrîşî kamp û zindanên DAIŞ`ê kirin, herî kêm 800 çeteyên DAIŞ`ê reviyan.

Rojnemaya New York Tims diyar kir ku piştî rojekê ji êrîşên dewleta Tirk hêzên Amerîkayê bi dehan çeteyên ku xeteriya wan zêde ye, ji girtîgehan birin baregehên Amerîkayê yên li Iraqê.

Benny Thompson got, hêzên Amerîkayê nikare 50 DAIŞ`iyên xeternak veguhezîne.

Her wiha Benny Thompson û Mike Rogers wiha axaftina xwe dewam kirin: “ Ji ber karînên şervanên biyanî yan kesên din, ên ku ji bo derbasî Tirkiyê bibin, serbest hatine berdan, em nerehatin û di sawa xeteriya wan li DYA`yê de ne, ji ber vê yekê Wezareta Ewlekariya Neteweyî daxwaza raporekê ku geşedanên dawîn ên li Sûriyê diqewimin û bandora wê li ser ewlekariya Amerîkayê dikin.”

(eh)


Mijarên Din