Bi dehan gel û gundewarên Dêrazorê, nûnerên rêveberiyên sivîl û leşkerî yên li herêmê beşdarî çalakiya konvedanê bûn.
Di çalakiyê de axaftina bi navên Meclisa Qanûnsaz û Partiya Sûriya Pêşerojê hatin kirin. Axîveran sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên navçeya Eyn Îsayê, Serêkaniyê û tevahiya herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine şermezar kirin.
Şêniyên beşdarî çalakiya konvedanê bûne bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li dagirkeriyê bîne.
(eh)
ANHA