Komîteya Jinan karê çandiniyê di nav jinan de berbelav dike

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşxistina asta aboriya jinên gundewarên Reqayê, dest bi projeyeke nû kir. Ev proje girêdana jinan bi çandiniyê ve xurt dike.

Ji ber ku jinên gundewaran di pileya yekemîn de di çandiniyê de dixebitin, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê armanc dike ku çandiniyê di nav jinên Reqayê de geş bike.

Li ser wê Komîteya Jinan bi desteka Tîma VIP dest bi projeya çandina sebze û hilberînên havînê kir.

Di projeyê de 52 jin, ji jinên gundewarên Reqa El-Semre şirîk in, tevî 5 jinên çavdêrên projeyê.

Ji bo bidestxistina encamên baştir, jin dabeşî koman bûne. Her komek ji 8 jinan pêk tê.

Girêdayî armanca projeyê endezyara çandiniyê Xewla El-Ehmed got: "Armanca me di radeya yekemîn de jin debara xwe bi xwe peyda bikin."

Xewla bal kişand ser ku ev proje ji jinên bêkes û xizan re ye.

Xewla diyar kir ku wan bi jinan re peymanên salane mohr kirine da ku mafên wan werin dabînkirin.

Di dawiyê de Xewla tekez kir ku ew ê projeyên ku dikevin xizmeta jinan û civakê, berdewam bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din