Komîteya jinûvebelavbûna li Hudeydayê dê îro li hev bicive

Şandeya hikumetê ya komîteya koordînekirina jinûvebelavbûna li bajarê Hudeydayê gihaşt keştiya navdewletî ‘Antarctic Dream’ ya li deryayê da ku civîna sêalî ya di navbera Hûsiyan, hikumeta Yemenê û şandeya navdewletî de li dar bixe.

Şandeya hikumeta Yemenê bi serokatiya Lîwa Sexîr Ezîz û şandeya navdewletî ya bi serokatiya cîgirê nûnerê navdewletî li Hudeydayê Michael Lawlessard gihaştin Hudeydayê. Tê payîn şandeya koma Ensarullah Hûsî jî danê nîvro bigihîje wir. 

Li gorî nûçeyên torên çapemeniyê, civîn dê li nav ava navdewletî pêk were, ji ber ku koma Ensarullah Hûsî dergehê bajarê Hudeydayê girtiye.

Serokê tîma hikumetê ragihand ku komîte dê civîna hevpar li ser keştiya ku li deryayê ya li peravên bajarê Hudeydayê li dar bikeve.

Nûnerê navdewletî yê Yemenê Martin Griffiths jî  tekez kir ji bo navbeynkariya bidawîkirina şerê li Yemenê û ji bo alîkariya gihandina lihevkirina siyasî ya giştî ya sînordarkirina şer, hewl dide.

(fr)

 


Mijarên Din