Komîteya Karûbarên Civakî ya Tebqayê dest bi veguhestina koçberên kampa Tihwênê kir

Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê ji du rojan ve niştecihên kampa Tiwêhne vediguhêzîne kampek nû. Heta niha derdora 80 malbat ku ji hezar û 680  kesan pêk tên, gihandin kampa nû.

Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Tebqayê piştî ku Rêveberita Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, xebatên avakirina kampa El-Mehmudlî bi dawî kirin, dest bi veguhestina niştecihên Kampa Tiwêhne ber bi kampa nû kir.

Armanca avakirina kampa El-Mehmudlî

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi armanca sivikkirina azarên koçberên ku kampa Tiwêhne de dimînin kampa El-Mehmudlî ku têra hezar û 680 malbatan dike ava kir. Rêveberiyê tevahiya pêdivî û pêwîstiyên bingehîn ji amadekirina zemîna kampê, toreyên kanalîzasyonê û toreya kehrebeyê peyda kirin.

Lê di kampa Tiwêhne de li gel derfet û alîkariyên hêsan ku ji hêla Rêveberiya Sivîl ve dihatin pêşkêşkirin, xebatên herî besît tê de tune bûn. Li gel paşguhkirina rêxistinên navdewletî rewşa koçberan azarên wan di zivistanê de zêde dibûn.

Di kampa nû de nuqteyek tenduristiyê ku bi ambulansekê hatiye amadekirin heye. Nuqte di dirêjahiya 24 saetan de xebatên xwe pêşkêş dike. Her wiha dibistanek ku bi tevahiya pêwîstiyên zarokan ve hatiye amadekirin, hate vekirin.

Bi destpêkirina prosesa veguhestinê re Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê heta niha 160 kon vedan.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê kampa Mehmudlî û endamê Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Ebdulhedî El-Ebid diyar kir ku li her malbateke ku dighêje kampê pakêtek xwarinê wek destpêkê belav dikin. Piştre dema koçber hemû bi cih bûn dê tevahiya pêwîstiyên wan bi awayekî rêxistinkirî ji wan re pêşkêş bikin.

El-Ebid tekez kir ku kon ji her 4 demsalên salê re guncew e û li dijî şewatê ye jî. Her wiha her konek ji çend beşan re hatiye dabeşkirin. Her 20 kon bi depoyên ava vexwarin û şûştinê hatiye amadekirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji beriya salekê ve dest bi amadekirina kampa Mehmudlî kiribû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din